Li Taxa Gundogdû ya Şirnexê teqîna dijwar
Piştî teqîna dijwar a li Taxa Gundogdû ya Şirnexê, ji taxê dengê çekan bilind bû.
Piştî teqîna dijwar a li Taxa Gundogdû ya Şirnexê, ji taxê dengê çekan bilind bû.
Piştî teqîna dijwar a li Taxa Gundogdû ya Şirnexê, ji taxê dengê çekan bilind bû.
Li Şirnexê ku êrîşên qirkirinê yên dewletê di roja 101’emîn de dewam dike, hilweşîn didome, li Taxa Gundogdûyê teqînek dijwar pêk hat. Piştî teqînê dengê çekan bilind bûn. Nehat zanîn ku bê sedema teqînê çi ye, piştî teqînê qasî bi nîv saetî dengê çekan ji hev qut nebûn.
Her wiha, li gelek taxên bajêr jî hilweşîn bi maşîneyên kar didomin. Hate ragihandin ku malên saxlem jî hatin xirakirin.
Tevî daxuyaniya “operasyon bi dawî bû” jî destûra ketin û derketina bajêr nîne.