Li Taxa Dîcleyê dorpêçî û berxwedan
Polîsên Tirk, dor li Taxa Dîcle ya Şirnexê ku xwerêveberî lê hatiye ragihandin girtin. Li ser vê yekê gel dest bi berxwedanê kir û nahêle polîs bikevin nava taxê.
Polîsên Tirk, dor li Taxa Dîcle ya Şirnexê ku xwerêveberî lê hatiye ragihandin girtin. Li ser vê yekê gel dest bi berxwedanê kir û nahêle polîs bikevin nava taxê.
Li Şirnexê danê vê sibehê saet di 10:00 de polîsên tevgera taybet, bi hejmareke zêde ya wesayîtên zirxî dor li Taxa Dîcleyê girtin.
Gel nerazîbûn nîşanî vê dorpêçiyê da û dest bi berxwedanê kir. Li taxa ku dengê çekan jê tê, ji wesayîtên zirxî gule li malan tên reşandin.
Dorpêçî, dema xwendekar li dibistanan bûn destpê kir û ji ber êrîşan xwendekar diçin malên xwe.
Ji taxê hînê dengê çekan tê.