Li Swêdê ciwan ji bo Kobanê û Şengalê tûrnûvaya futbolê lidar dixin

Ciwanên Kurdistanî yên li paytexta Swêd Stockholm û derdora wê dijîn, biryar dan ku ji bo piştevaniya Kobanê û Şengalê tûrnûvayeke futbolê lidar bixin.

Ciwanên Kurdistanî yên li paytexta Swêd Stockholm û derdora wê dijîn, biryar dan ku ji bo piştevaniya Kobanê û Şengalê tûrnûvayeke futbolê lidar bixin.

Tûrnûva wê li semta Rînkeby a Stockholmê di 28'ê Sibatê roja Şemiyê de pêk were û hemû hatineyên wê ji bo ji nû ve avakirina Kobanê û destekkirina Êzidiyên li Şengalê, wê radestî Heyva Sor werin kirin.

Di tûrnûvaya bi navê Kûpa Mezopotamya de pêk were wê 16 tîm ji bo bidestxistina kûpayê li ber xwe bidin. Qeptanê tîma AIK Solna Kenny Pavey jî di nav de ku tîma wî di Lîga Super de têdikoşe û yek ji mezintirîn klûbên futbolê yên Swêdê ye, hemû lîstikvanên tîma AIK Solna formayên xwe îmze kirin û ji komîteya amadekar a kûpayê re şandin.

Formayê lîstikvanan bi rêya medya civakî pêşkêşî bazara firotinê hat kirin û tê gotin ku bi buhayekî bilind hatine firotin. Hat ragihandin ku wê formaya ji îmzeya lîstikvanên Amedsporê jî bi vî rengî were firotin û hatineyên wê radestî Heyva Sor werin kirin.

Komîteya amadekar a tûrnûvayê, bang li tevahiya Kurdistanî û dostên wan ên li Swêdê kir ku piştevaniya Kobanê û Şengalê mezintir bikin û li tûrnûvaya li Stockholmê temaşe bikin.