Li Sûriyeyê 4 sîvîl hatin qetilkirin
Di encamê şerê Helebê yê di nabera hêzên rejîmê û komên çete yên SÛK’ê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Hêzên rejîmê dîsa leşkerên xwe li ser riya Kastelo bi cih kirin.
Di encamê şerê Helebê yê di nabera hêzên rejîmê û komên çete yên SÛK’ê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Hêzên rejîmê dîsa leşkerên xwe li ser riya Kastelo bi cih kirin.
Hêzên Rejîma Sûriyê şevê heta saetên serê sibehê, bajarokên Kefer Hemra, Hirêtan û Enedan ên li gundewarê bakurê Helebê, bajaroka Darit Îzze, Urma mezin, El-Etarib ya li gundewarê başûrrojavayê Helebê û bajarok Dêr Hafir a li gundewarê rojhilatê Helebê, bombebaran kirin. Di encamê de li bajaroka Dêr Hafir 4 kesên ku 2 ji wan zarok in, jiyana xwe ji dest dan û hin sivîlên din jî birîndar bûn.
Di heman çarçoveyê de komên çete yên SÛK’ê jî herêmên Fakulteyên Leşkerî yên li başûrê Helebê ku di bin destê rejîmê de ne, topbaran kirin.
Li milê din jî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên rejîmê careke din leşkerên xwe li ser riya Kasetlo bi cih kirine. Ev daxuyaniya Rûsya jî piştî çeteyên SÛK’ê û di serî de ‘El-Nûsra ku xwe weke Fetih El-Şam bi nav dike’, avakirina herêmeke bê çek û di bin çavdêriya Rûsyayê de ku tê re alîkarî derbasî herêmên rojhilatê Helebê bibin qebûl nekir, hat dayîn.