Li şûna 2 endamên meclîsê yên DBP'yî qeyûm hatin bicihkirin
Qeymeqamtiya Tirk a li Bazîdê, li şûna endamên meclîsa şaredariya navçeyê yên DBP'yî Halîs Gultekîn û Îsa Karahan, ku girtî ne, qeyûm bi cih kir.
Qeymeqamtiya Tirk a li Bazîdê, li şûna endamên meclîsa şaredariya navçeyê yên DBP'yî Halîs Gultekîn û Îsa Karahan, ku girtî ne, qeyûm bi cih kir.
Li navçeya Bazîd a Agirî, li şûna 2 endamên meclîsa şaredariyê yên DBP'yî qeyûm hatin bicihkirin. Qeymeqamtiya Tirk xwe spart biryarnameyên AKP'ê û li şûna Halîs Gultekîn û Îsa Karahan ên DBP'yî, esnafên bi navê Ayhan Topçî û Tahîr Sekendur weke qeyûm bi cih kir.
Hevşaredar M. Rohat Ozbay û Delal Tekdemîr der barê mijarê de daxuyaniyek dan û gotin, "Her du hevalên me niha li girtîgehê ne. Qeyûmên li şûna van hevalên me hatine bicihkirin, ji bo me ne rewa ne. Em ê heta dawiyê li emaneta ku gelê me teslîmî me kiriye, xwedî derkevin. Avakirina demokrasiyê bi vîna gel dibe. Ev hevalên me jî di çarçoveya mafên demokratîk de hatine hilbijartin û vîna gel temsîl dikin. Em bicihkirina qeyûman nas nakin. Ji aliyê hiqûqî ve wê têkoşîna me bidome."