Li Stewrê operasyona leşkerî

Li Stewrê operasyona leşkerî

Li bejahiya gundên Cizrê, Qirdilek û Kuzerif yên girêdayî Stewrê operasyona leşkerî hate destpê kirin.

Li bejahiya gundên Cizrê, Qirdilek û Kuzerif yên girêdayî Stewra Mêrdînê di demjimêrên şevê de bi piştgiriya hewayî operasyona leşkerî hate destpê kirin. Hate hînbûn ku, operasyona wesayîtên zirxî jî tevlîbûyî ketin û derketinên gotin hatine qedexekirin û derdorên gund ji aliyê leşkeran ve hatine dorpêçkirin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, duh jî li heman herêmê bi wesayîtên zirxî operasyon hatibû kirin. Operasyon didome.