Li Stenbolê buroyên hilbijartinê yên jinan wê bên vekirin

Aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Songul Çelîk, diyar kir ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên ji bo HDP’ê tên kirin li Stenbolê hemû navçeyan buroyên hilbijartinê yên jinan bên vekirin.

Aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Songul Çelîk, diyar kir di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên ji bo HDP’ê tên kirin li Stenbolê hemû navçeyan buroyên hilbijartinê yên jinan bên vekirin.

Çelîk ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku di dema diyarkirina namzetên HDP’ê de ji bo temsîliyeta wekhev a jinan pergala fermuarê hatiye pêkanîn û got: “Bi vî awayî temsîliyeta wekhev a jinê pêk hat û di nava hemû gelan de tabloyek ku hêviyê dide, ava bû. Yek ji qada sereke ya jin nedihatin qebûlkirin qada siyasetê bû û bi vî awayî astengiya li pêşiya jinan rabû.”

Çelîk got CHP’ê li 15 cihên ku jin dikarin bên hilbijartin, namzetên jin nîşan daye û di vir de bandora HDP’ê heye û got: “Piştî ku HDP’ê temsîliyeta wekhev da jinan, partiyên din jî ketin nava tevgerê. Bêguman ev tiştekî baş e. Lê xwezî zêdetir nîşan bidana. Jinek çiqas bi pirsgirêkên civakê re eleqeder bibe, civak wê evqas pêş bikeve.”

Çelîk bi lêv kir ku wê li dora hemû namzetan bibin xelek û xebatan bimeşînin û wê li hemû navçeyên Stenbolê buroyên hilbijartinê yên jinan vekin û got: “Me berê jî buro vekiribûn. Me encamên baş girtin. Ji ber ku li hinek herêman hevalên me yên jin nedihatin buroyên me. Lê hatin buroyên jinan. Beşdarî xebatan bûn.”