Li Skoçyayê tûrnûvaya futbolê hat lidarxistin
Li paytexta Skoçya Edînbûrghê, 4. Tûrnûvaya Futbolê ya Kurd hat lidarxistin. Piştî maçên destpêkê yên roja Yekşemê, di tûrnûvayê de duh maça fînalê hat lîstin.
Li paytexta Skoçya Edînbûrghê, 4. Tûrnûvaya Futbolê ya Kurd hat lidarxistin. Piştî maçên destpêkê yên roja Yekşemê, di tûrnûvayê de duh maça fînalê hat lîstin.
Li paytexta Skoçya Edînbûrghê, 4. Tûrnûvaya Futbolê ya Kurd hat lidarxistin. Piştî maçên destpêkê yên roja Yekşemê, di tûrnûvayê de duh maça fînalê hat lîstin. Li Edînbûrgh Sandy's Commûnîty Centre cihê merasîma xelatdayînê, alên HDP'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şervanên li Rojava jiyana xwe ji dest dan, hatin daliqandin.
Di tûrnûvayê de madalya ji lîstikvanên sê tîmên di rêzên destpêkê de cih girtin hat dayîn û tîma bû yekemîn jî kûpa wergirt.
Di tûrnûvayê de her wiha bal hat kişandins er serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de û her kesên di vî warî de ked dane hat pîrozkirin. Komîteya Amadekar diyar kir ku wan tûrnûvaya îsal diyarî serketina HDP'ê û şoreşa Rojava kirine. Her wiha ji her kesî hat xwestin ku xwedî li destketiyên Kurdan bê derketin.
Piştî axaftinan, beşdarên tûrnûvayê li ber stranan govend gerandin û dawî li tûrnûvayê anîn.