Li Şirnexê şer giran e

Li Şirnexê ku ev 7 roj in terora dewleta Tirk bê navbera dewam dike, di vî şerî de endama YPS Jin Gûrbet Kaya (Jiyan Amargî) jiyana xwe ji dest da.

Li Şirnexê êrîşên hêzên rejîma Tirk ên li hemberî berxwedana xwerêveberiyê ev 7 roj in bênavber dewam dikin. Hêzên rejîmê yên hewl didin bikevin nava taxan, êrîşên wan bi berxwedana YPS û YPS Jin re tên şikandin.

Ji saetên şevê ve bi topan bi awayekî dijwar êrîş li taxên berxwedêr tê kirin û di encama topbaranê de gelek avahî hatin şewitandin û hilweşandin. Her wiha wesayîtên zirxî yên li derdora taxên berxwedêr hatine bicihkirin jî taxan gulebaran dikin. Li ser vê topbaran û êrîşên hêzên dewletê, li taxên Yeşîyûrt û Dîcleyê endamên YPS û YPS-JIN'ê jî bersiv dan van êrîşan. Piştî bersivdayînê li taxan şerekî derket û ev şer dewam dike.

TEVGERA AMBÛLANSAN

Bi şer re hat ragihandin ku gelek kuştî û birîndarên hêzên dewletê hene. Gelek ambûlansan berê xwe dan qada şer. Her wiha hat dîtin ku tevgera ambûlansan herî zêde li taxên Yeşîlyûrt, Gazîpaşa û Îsmetpaşayê xwe didin der. Ambûlansên ji taxan vedigerin berê xwe didin 23. Fermandariya Tumena Jendermeyan a Sînor. 

ENDAMA YPS JIN JIYANA XWE JI DEST DA

Kordînasyona Giştî ya YPS û YPS-JIN’ê der barê şerê li Şirnexê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de koordînasyon ragihand ku di şerê li taxa Dîcleyê de endama YPS-JIN'ê Gûrbet Kaya bi nasnav Jiyan Amargî jiyana xwe ji dest daye. 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 

"Êrîşên hêzên dewletê li ser taxa Dîclê giran dibin. Tax bi tank û hawanan tê topbarankirin. Hêzên dewletê yên ku dîwarên avahiyan hildiweşînin, bi bersivdayîna YPS û YPS-JIN'ê şer rû didin. Di vî şerî de endama YPS û YPS-JIN'ê Gûrbet Kaya jiyana xwe ji dest da."