Li Şirnexê polîsan bombeya gazê avêtin hewşa malekê

Li Şirnexê polîsan bombeya gazê avêtin hewşa malekê û bûn sedema ku şewat derkeve.

Li Şirnexê polîsan bombeya gazê avêtin hewşa malekê û bûn sedema ku şewat derkeve.

Polîsan li Taxa Vakifket a Şirnexê bi hinceta ku zarokan kevir avêtine wesayîtên zirxî, bi bombeyên gazê êrîşî derdorê kirin. Bombeya gazê ya ku ket hewşekê bû sedema ku li baxçe şewat derkeve. Bombeya gazê ket nav pelên ji bo lawiran li hewşekê hatibû komkirin û şewat derket.

Kesên derdorê ku agahî dan ekîbên agirkuj, ekîbên agirkuj ên girêdayî Şaredariya Şirnexê hatin cih şewatê û dest bi xebata vemirandinê kirin. Di encama xebata vemirandinê ya gel jî alîkarî da, şewat bêyî ku derbasî malên derdor bibe hat temirandin.

Di hewşa ku şewat lê derket pel hemû şewitîn û bûn xwelî. Ekînên agirkuj ên şewat kirin bin kontrolê xebata sarkirinê kirin.