Li Şirnexê êrîş jî berxwedan jî dewam dikin
Taxa Bahçelîevler a Şirnexê bênavber bi tankan tê bombekirin. Berxwedana endamên YPS û YPJ Jin jî dewam dike. Li Geverê jî, di dema derbasbûna maşîna zirxî de teqînekê rû da.
Taxa Bahçelîevler a Şirnexê bênavber bi tankan tê bombekirin. Berxwedana endamên YPS û YPJ Jin jî dewam dike. Li Geverê jî, di dema derbasbûna maşîna zirxî de teqînekê rû da.
Di serî de taxên Bahçelîevler û Dîcleyê hemû taxên berxwedana xwerêveberiyê yên li Şirnexê bi tank, top, obus û çekên giran tên bombekirin.
Ji Gumuştepe ya li ser rêya Qilabanê, ku 'tîmên taybet' ji xwe re kirine biryargeh, bi tank û obusan tax tê bombekirin û ji ber vê topbaranê agir bi gelek avahiyan ket.
Çeteyên AKP/Qesrê yên ji ber berxwedana hêzên YPS û YPS Jin nikarin bikevin nava taxên berxwedanê, ala Tirk li avahiya rêxistinên HDP û DBP'ê yên Bajêr lê ne daliqandin û li ber sirûdên nîjadperestî yên weke 'Lêxe, lêxe, lêxe ji bo eşqa Tirkîtiyê lêxe' êrîşên xwe didomînin.
Li hemberî êrîşên giran, berxwedana endamên YPS û YPS Jin dewam dike.
LI GEVERÊ DI DEMA DERBASBÛNA MAŞÎNA ZIRXÎ DE TEQÎNEKÊ RÛ DA
Li aliyê din, bomberdûmana li hember taxên Dîze, Eskî Kişla, Mezarlik, Oremar, Cûmhûriyet û Gungoren ên navçeya Colemêrg Geverê, dewam dike. Li taxa Eskî Kişla, di dema derbasbûna maşîneke zirxî de teqînekê rû da. Hat diyarkirin, di encama teqînê de kuştî û birîndarên hêzên rejîmê hene. Piştî teqînê bomberdûman li ser taxên Eskî Kişla û Gungorenê hat dijwarkirin.