Li Şirnexê berxwedana xwerêveberiyê di roja 8. de ye

Li Şirnexê êrîşên çeteyen qesrê û berxwedana li hemberî vê terorê di roja 8. de ye. Ji ber topbaran bi şev, gelek xanî şewitîn.

Li Şirnexê êrîşên çeteyen qesrê û berxwedana li hemberî vê terorê di roja 8. de ye. Êrîşên çeteyên qesrê yên li hemberî taxan, bi berxwedana YPS û YPS Jin tên şikandin. Şer bi giranî li taxên Dîcle, Yeşîlyûrt, Bahçelîevler, Îsmetpaşa, Gazîpaşa û Cûmhûriyetê diqewime. Çeteyên Qesrê bi şewitandina malan re hewl didin bi pêş de biçin.

Kesekî ji taxa Dîcleyê da xuyakirin, ku mal yek bi yek tên xerakrin, çekên ji her cûreyî tên bikaranîn û got, "Ji xaniyên li derdora taxê destpê dikin û xera dikin. Bi tank û topan li wan didin. Çekek ku bi kar nanîne, nemaye. Bomberdûmaneke giran tê kirin."

Çeteyen Qesrê ku ev 8 roj in bi êrîşên giran hewl didin bikevin taxan, li berxwedana YPS û YPS Jin rast tên. Ji maşînên zirxî yên li nava bajêr tim û tim dengê 'Lê bidin lê bidin, lê bidin ji bo Tirkîtiyê lê bidin' tê. Top li taxên berxwedanê tên barandin.

Liv û tevgera ambûlansan a beriya çend rojan destpê kir jî dewam dike. Îro jî gelek ambûlans çûn aliyê 23. Fermandariyea Tumenê ya Sînor a Jendermeyan.

Bi awayekî bênavber bi tank, top, obus û çekên giran êrîş li hemberî bajêr tê kirin.