Li Şirnexê 2 leşker hatin kuştin

Li Şirnexê ya ku êrîşên qirkirina hêzên rejîma AKP’ê didomin, leşkerên ku ji 23. Fermandariya Tumenê ya Sînor a Jendermeyan xwestin bi dizî bikevin Taxa Yeşîlyûrtê rastî berxwedan hêzên YPS û YPS-Jin hatin û di encama şer de 2 leşker hatin kuştin.

Li Şirnexê li hemberê topbarana hêzên rejîma AKP’ê berxwedana YPS/YPS-JIN û gelê Şirnexê didome. Hêzên rejîmê ku bi rojan e li gel hemû topbaranê nikarin vîna gel bişkenin, ji aliyê din jî bi zorî gel ji taxa derdixin. Her wiha hêzên rejîmê ji welatiyên ku dixwazin şewata di encama topbaranê de derketî vemirînin re jî asteng dikin. Li gelek taxan jî di encama êrîşên rejîmê de pevçûnên dijwar didomin. 

CIWANEK BIRÎNDAR BÛ

Li Taxa Yenîmahalleyê jî di encama pevçûnên dijwar de ciwanê ku navê wî nehat zanîn birîndar bû û ji aliyê şeniyên taxê ve hate dermankirin. Her wiha ji gelek taxên berxwedanê agahi nayên standin. Di encama topbarana tankên li derdora Fermandariya 23’emîn a Jendermeyan a Sînor hatîn bicîhkirin de, li Yekemîn Nîzameyiya Fermandariyê şewat derket. Şewat ji hêla ekîbên îtfayeyê ve hate vemirandin. 

2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Li Taxa Yenîmahaleyê jî hêzên rejîmê xwestin ku bikevin kuçeyan. Li ser hewildanê hêzên YPS/YPS-JIN destwerdan û şer derket. Di encama pevçûnan de herî kêm 2 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî bi giranî birîndar bûn. Piştre gelek ambulans çûn cihê bûyerê û kuştî û birîndar rakirin Yekemîn Fermandariya Tûmenê.

 LEŞKERAN GEFÊN VALAKIRINA TAXAN XWARIN

Li Taxa Îsmetpaşa jî welatiyên ku bi rêya telefonê xwe gihand Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, dan zanîn ku hêzên dewletê li ser taxê de girtine û gêfên valakirina taxê li wan xwarine. Welatiyên rastî gefên hêzên dewletê hatine, dan zanîn ku di encama topbarana tankan de gelek avahî şewitîne û hêzên dewletê ji komên agirkuj ku ji bo vemirandina şewatê dixwazin têkevin taxê re jî dibin asteng.