Li Silopiyê ciwan bi polîsan re pevçûn

Li Silopiyê ciwan bi polîsan re pevçûn

Li navçeya Silopî ya Şirnexê bi armanca piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê di navbera ciwanên derketine kolana û polîsan de pevçûnê rû da.

Li navçeya Silopî ya Şirnexê ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehan gelek ciwan li navenda sûkê gihan hev. Di navbera polîsên bi wesayîtên zirxî derdorê Qûnaxa Hikumetê dorpêç kirîn û ciwana de pevçûn derket. Di pevçûnan de polîsan bi bombeyên gazê êrîşkir, ciwana jî bi kevir û bombeyên deng bersiv da.

Di dema bûyeran de komekî ciwana ala Tirk şewitand bal kêşa. Polîsên ku bi wesayîtên zirxî hatin cihê bûyerê û xwest alê temirîne. Piştî ku polîsan al temirand, ala Tirk girtin gel xwe û ji cihê bûyerê dorketin. Li aliyê din di navbera ciwan û polîsan de pevçûn hêjan didomin.