Li Silopiyayê rêveberê DBP’ê hat girtin, li Şirnexê jî kesek hat binçavkirin

Ji 2 kesên ku duh danê sibehê di serdegirtinên malan li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibûn binçavkirin, rêveberê DBP’a navçeyê hat girtin. Li Şirnexê jî Midûrê Karên Fenê yê Şaredariyê hat binçavkirin.

Ji 2 kesên ku duh danê sibehê di serdegirtinên malan li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibûn binçavkirin, rêveberê DBP’a navçeyê hat girtin. Li Şirnexê jî Midûrê Karên Fenê yê Şaredariyê hat binçavkirin. 
 
Rêveberê DBP’a navçeyê Mûsa Çetîn û xebatkarê Şaredariya Silopiyayê Siyajîn Bûrûntekîn ên duh danê sibehê di serdegirtinên malan ên li navçeya Silopiya Şirnexê hatin binçavkirin, piştî îfadeya wan a li dozgeriy bi îdîaya “endamê rêxistinê ne” û “propagandaya rêxistinê kirine” sewqî dadgeha nobedar hatin kirin. Piştî îfadeyên li dadgehê, Barûttekîn serbest hat berdan, Çetîn jî hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.

MIDÛRÊ KARÊN FENÊ YÊ ŞAREDARIYA ŞIRNEXÊ HAT BINÇAVKIRIN

Midûrê Karên Fenê ya Şaredariya Şirnexê Abdulrezak Yildiz ku piştî êrîşên tevkujiyê yên rejîma AKP’ê li bajaroka Gundikê Melê dimîne, ji aliyên hêzên dewletê ve hate binçavkirin. Hate zanîn ku Yildiz ji bo çûyîna Amedê bi hevsera xwe re ya Hevşaredara Gundikê Melê Leyla Yildiz re bi sedema destûr xwastinê çûn Fermandariya Cendermeyîan a Mîllî û ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin.

Hate zanîn ku Yildiz bi hinceta îfadeya wî heye, hatiye binçavkirin û bi wesayîta zirhî şandin Miduriyeta Polîsan a Şirnexê.