Li gundê Ribehiyê ya girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê duh şev di saetên serê sibehê de li malekê 2 jin hatibûn qetilkirin.
Piştî qetilkirina 2 jinan 4 kesên ku hatin binçavkirin û wan birin Miduriyeta Polîsan a Şirnexê, piştî kar û barê îfadedayînê sewqî dozgeriyê hatin kirin. 4 kesên bi navê Yûsûf, Halîme, Nazli û Sabrî Elmayê ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin bi hinceta 'Alîkarî dane rêxistinê' hatin girtin.
PITIKA 5 MEHÎ ŞANDIN GEL DAYÎKA WÊ YA DI GIRTÎGEHÊ DE
Leyla Eleftoz Baran dema ku ji Qoser a Mêrdînê diçû Amedê hatibû binçavkirin, 13’ê Îlonê hatibû girtin, pitika wê ya bi navê Rojvan Çiya ya ku piştî 3 rojan û şûn de şandin girtîgehê li gel dayîka wê. Hat ragihdin ku pitika bi navê Rojvan a ku bi şîrê dayîkê tîmar dibe, dema ku dayîka wê di bin çavan de bû ji ber ku 2 rojan şîrê dayîkê negirt rakiribûn nexweşxaneyê. Îro Rojvan ji aliyê dapîra wê ve hate şandina Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Mêrdînê radestî dayîka wê kirin.
Hat diyarkirin ku ji bo dayîka Rojvan Leyla Eleftoz Baran serbest bê berdan li ser malpera Change.org a înternetê kampanyaya îmzayan hatiye destpêkirin.