Jiyana Enver Mehmet Riza wek kakilek kurt a dîroka nêz a Başûrê Kurdistanê ye. Berxwedan, koçberî, êş, xemgînî, kêfxweşî. Temenê 86 salî di encamê de ronahiyek dîrokî ji peyarêyan heta cadeyan, heta kolanên bajaran, heta dibistanan afirandiye.
HALÎT ERMÎŞ
SILÊMANÎ-ANF
pêncşem, 9 avrêlê 2015, 07:05
Enver Mehmet Riza di 1939’an de li Silêmaniyê li gundê Beroy ji dayik bûye. Di 1960’i de dest bi mamostetiyê kir, di şoreşa Îlonê de pêşmergetî kiriye. Ev 39 sal e navber têkevê jî kevnefiroşiya ku bi eşqeq mezin dike hîna li peyarêyên Silêmaniyê didome.
Jiyana Enver Mehmet Riza wek kakilek kurt a dîroka nêz a Başûrê Kurdistanê ye. Berxwedan, koçberî, êş, xemgînî, kêfxweşî. Temenê 86 salî di encamê de ronahiyek dîrokî ji peyarêyan heta cadeyan, heta kolanên bajaran, heta dibistanan afirandiye. Mehmet Riza ne tenê sahaf mamoste, pêşmerge û wêjevanek e.
KEVNEFIROŞEK, FIROŞKARÊ PIRTÛKAN
Herî zêde jî kevnefiroşeke, doktorekî pirtûkan e Apê Mehmet Riza. Evîndarekî zanînê ye… Kîjan pirtûk jê bê pirsîn, nas dike. Li bajarê Silêmaniyê hun ji kê bipirsin ew jî Apê Mehmet Riza nas dikin. Li Silêmaniyê li cadeya Salim (Swaleke) di bereqeyeke prefabrîk de di nava hezaran pirtûkî de, bi porê xwe yê ku spî bûye, wek kesekî ku wê heta temenê wî hebe, zanînê belav dike.
“Ez ji 1976’an heta niha kevnefiroşim. Ez gelek ji vî karî hez dikim. Armanca min ev e ku ez mirovan bi dîrok, çand, helbest û çanda wan bidim nasîn. Destdayîna Feqiyê Teyran, dixwazin xwe di nava hevokên bi êş yên Nalî de xwe bibînim, ji çarînên Ehmedê Xanî têr bibim. Belê tiştên ku ez ji jiyana xwe dest jê bernadim ev in.”
Zarokên Kurd di şoreşa 3Ilonê de, di komkujiya Enfal de, li Helepçeyê, di dema Raperînê de bi gazên jehrî yên Saddam, bêkes û bêdeng ber bi bêdawîbûnê ve çûn û Apê Riza jî wek pêşmerge çû eniyê û di çend caran birîndar dibe.
Dema tiştên ku jiyaye vedibêje, beyî ku ferq bike, dîsa gotinê tîne ser helbestkar û helbestan. Weke ku dixwaze ji wan demên bi êş bireve, weke ku bêje herî baş ew min fêm dikin û dibêje: “ Êşên ku me kişandin, dawî me li pey helbeskar û helbetan dibe. Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrê, Hecî Qadirê Koyî, Nalî, Mewlewî, Salim Kurdî, Ehmedê Xanî parçeyek ji jiyana min in.” Apê Riza demekê disekine, li wesayitên ku di rê de derbas dibin dinêre. Piştre ji cihê maye berdewam dike: “Me Kurdan helbestkarên baş gihandin. Divê zarokên Kurd van bixwînin, nas bikin. Divê em dîrok, êşa wan bi van helbestkaran bibînin. Em Kurd nivîsandin, xwendinê hez dikin. Ji ber dîroka me tijî êş e. Herî baş helbestkar me vedibêjin. Lê em bi helbestkaran tenê êşên fêr nakin. Em dîroka xwe jî fêr dikin.“
EM BÛN QURBANÊ HESABÊ CELADAN
Apê Mehmet Riza şahidê salên bi êş, berxwedêr û serhildêr ên Başûrê Kurdistanê ye. Di 1961’ê de li dijî polîtîkayên zextê yên Bexdayê pêk anîn bi şîara ‘Ji Kurdistanê re xweserî, ji Iraqê re demokrasî’ têkoşîn hat destpêkirin. Di 11’ê Adara 1970’ê de rêveberiya Iraqê ji Kurdan re xweserî da nasîn. Mafên hatin dayîn di 1975’an de bi Peymana Cezayîr a di navbera Îran û Iraqê de hat kirin şûnde hat girtin. Bexdayê li gorî vê peymanê ji nû ve operasyona leşkerî da destpêkirin û hemû qezenc şûnde girt. Lê Kurdan salek şûnde vê carê tevgera şoreşa Gulanê da destpêkirin.
Apê riza bû leşkerî çekdarî vê yê şoreşê. Apê Riza wan rojan wiha vedibêje: “Ferman hat, hat gotin divê her kes çekan bigire. Min çek girt ez çûm eniyê. Me li dijî zilma Saddam têkoşîna şoreşî da destpêkirin. Di demek kurt de agirê şoreşê li Başûrê Kurdistanê belav bû. Em ber bi azadiyê ve dimeşiyan. Rojên bi êş li pey me dima. Me mafên xwe bi dest xistibû. Lê me bi Peymana Cezayîrê her tişt winda kir. Wezîrê Karên Derve yê demê Kessînger got; "Me bi radestkirina Kurdan a Saddam şaşitî kir.”
SALÊN RAPERÎNÊ
“Sal di 1991, ez wê rojê li Çarkuna bûm. Her kesî bi çeka ku dît re serî hilda. Ji bo êş, zilm û mêtingerî bi dawî be, çi ket destê kê rabûn ser piyan. Me di rojekê de Çarkurna girt. Piştre pêl bi pêl serhildanên gel belav bûn. Pêşmerge û gel destê hev girtibûn. Li Silêmanî, Hewlêr, Diyana, li her derê serhildan hat destpêkirin. Di 21’ê Adarê de li Kerkukê gel rabû ser piyan, Kerkuk girtin. Di 5’ê Adarê de serhildana li Ranya destpê kir di dawiya Adarê de hemû Başûrê Kurdistanê hatibû qezenckirin.”
Apê Riza dema wan roja vedibêje, rûyê wî bi hizur e. Wek zarokekî ji nû ve wan rojan dijî. Piştre dîsa berdewam dike.
“Dema gel rabû ser piyan pêşmergeyan piştgirî da. Ranya, Silêmanî, Çemçemal, Kerkuk û gelek cihên din di rojekê de hatin girtin. Sê alî bi awayekî xurt beşdarî raperînê bûn; girseyên girêdayî partiyan, pêşmerge û hinek leşkerên artêşa Iraqê. Li hinek cîhan jî yekîneyên girêdayî hikûmetê berxwedanên xurt pêş xistin. Mînak li Silêmaniyê li Emnî Sureke berxwedanên xurt çêbûn. Li Silêmaniyê navendên artêş û îstîxbaratê hebûn. Wan li ber xwe dan.”
DEMÊN NAYÊN JIBÎRKIRIN HENE
Apê Riza dema kêliyên ji jiyana xwe vedibêje, carna kêfxweş, carna xemgîn û carna jî diçe wan rojê bi êş.
“Demên ku ez nekarim jibîr bikim hene. Dema ez dikenim, xemgîn dibim, digirim û dikenim. Rojên ku ez ber bi azadiyê ve diçim. Enfal, Helepçe hîna birîna wê vekiriye. Raperîn bû hêviya me ya azadiyê.”