Li Şêxmeqûd cih bi cih şer diqewime

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, şerê duh danê sibehê di navbera hêzên YPG/YPJ û çeteyan de destpê kir, dewam dike. hat ragihandin ku çete dixwazin rêya Heleb-Efrînê bibirin û bi vî rengî taxê bi temamî dorpêç bikin.

Çeteyên El Nûsra, Ehrar El Şam û Nûreddîn El Zenkî yên ji AKP'ê destekê digirin, berî sê rojan dor li taxa Şêxmeqsûd a Helebê girtin, ku piraniya şêniyên wê Kurd in û di roja destpêkê ya cejnê de êrîş kirin. 

Şervanên YPG/YPJ'ê di cih de bi tundî bersiv dan êrîşan û li ser vê yekê şer derket.

Çeteyan, herêma Şiqeyifê, ku yekane rêya di navbera Efrîn û Heleb-Şêxmeqsûd de ye, bi van êrîşan re dixwaze dagir bikin û bi temamî têkiliya Şêxmeqsûd bi Efrînê re bibirin.

Li gorî agahiyan, hînê li Şêxmeqsûd cih bi cih şer diqewime.