Li Sêrtê xîmê projeyên binêsaziyan tê danîn

Li Sêrtê bi dirûşma, “Qadên Nû yên Jîngehê û li Giştî Bajêr di Binêsaziyê de Veguhertineke Mezin Destpê dike” di çarçoveya projeya tê amadekirin de merasîma xîmdanîne pêk hat.

Di bin banê Şaredariya Sêrtê de bi dirûşma, “Qadên Nû yên Jîngehê û li Giştî Bajêr di Binêsaziyê de Veguhertineke Mezin Destpê dike” di çarçoveya projeya tê amadekirin de 1000 m3 depoya nû ya avê, xeta 10 km kanalîzasyon û 8 km ava vexwarinê de merasîma xîmdanînê pêk hat.

Di bin banê Midûriyeta SÎSKÎ ya Şaredariya Sêrtê de di çarçoveya xizmeta 2015’an de bi dirûşma, “Qadên Nû yên Jîngehê û li Giştî Bajêr di Binêsaziyê de Veguhertineke Mezin Destpê dike” îro li Taxa Kooperatîf li ser rêya Keşkol Kume merasîma xeta 1000 m3 depoya nû ya avê, 10 km xeta  kanalîzasyon û 8 km xeta ava vexwarinê pêk hat.

Di merasîmê de rêveberên HDP û DBP yên bajêr, navçe û bajarokan, Hevvşaredarên Sêrtê, Belkiza Beştaş Epozdemîr, Tuncer Bakirhan, gelek nûnerên Saziyên Civaka Sivîl û gelê Sertê amade bûn.

Di merasîma ku bi rêzgirtinê de destpê kir, Hevşaredar Tuncer Bakirhan, got ku wek rêveberiya şaredariyê li ser esasê pêwîstî û daxwazên gel ji bo bajarekî hemdem û modern tevayî derfetên xwe pêşkêş dikin.

Piştî axaftina Bakirhan, merasîm bi tevlîbûna Epozdemîr, Bakirhan, hevserokên HDP û DBP’ê yên bajêr, dayikên aştiyê û muxtaran xîmê projeyê hat danîn û merasîm bi dawî bû.

...