Li Sêrtê rewşa girtiyan xirab dibe

Li Sêrtê rewşa girtiyan xirab dibe

Li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê ji 10 girtiyên ku koma yekemîn de ku di 12’ê îlonê de dest bi grevê kirin her diçe giran dibe.

Ji bo şert û mercên azadî, ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were û mafên gelê kurd yên demokratîk bê dayîn ev 43 roje girtiyên siyasî ketine greva birçîbûnê ya bê dem û dorneveger û rewşa wan her diçe xerabtir dibe.

Li girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê girtiyên ji PKK û PAJK’ê yên bi navê Gulîstan Abdo, Gulan Kiliçoglu, Emel Gultekîn, Dîlşah Kocakaya, Rizgar Turhan, Burhan Evîz, Tevfîk Ozdemîr, Erdî Çelîk, Abdurrahman Budak, Lokman Karaşî di koma yekemîn ya di 12’ê îlonê dest pê kiribû cih digirin.

MÎDEYA GULTEKÎN ÊDÎ AVÊ QEBÛL NAKE

Li girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê girtiyan bi nameyekê diyar kirin ku rewşa hevalên wan yên di grevê de ne her diçe xerab dibe.

Di nameyê de hate diyarkirin ku pirsgirêkên weke tansiyon, ji bivîlê xwîn herikîn, tarîbûna çav, bilindbûna germaniya beden, tagirtin, êşa hestiyan, bê xewî, li dijî degn hesasiye, vereşîn, gêjbûna serî tê dîtin.

Hate diyarkirin ku mîdeya Emel Gultekîn êdî avê qebûl nake. Di nameyê de wiha hate gotin: “Girtî di rewşeke krîtîk de derbas dibin. Şert û mercên tenduristiya wan her diçe cidî dibe. Ger ku çareserî pêk were, aştî pêk were em ji bo hemû bedelan amadene. Hevalên me yên girtî xwedî moreleke mezinin.”

ÇALAKVAN TENÊ TÊN HIŞTIN

Di nameyê de hate diyarkirin ku girtî tedawiyê qebûl nakin û hate gotin ku girtiyên di grevê de dikin qawişeke cuda û wiha hate gotin: “Rêveberiya girtîgehê hevalên me yên di grevê de dikin odeyên cuda. Ji bo ku alîkariya me asteng bikin vê dikin. Hevalên me ji ber ku hewcedariyên xwe yên kesane bikin, hewce ye em ligel wan bin. Me ev ji rêveberiyê re got lê hêj destûr nehatiye dayîn.