Li Sêrtê dermankirina 10 girtiyên din bi dawîbû

Li Sêrtê dermankirina 10 girtiyên din bi dawîbû

Hate hînbûn ku dermankirina 10 girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê yên dawî li çalakiya greva birçîbûnê anîn û li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê dihatin dermankirin bi dawîbû û şandin girtîgehê.

Hate zanîn ku, dermankirina 10 girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li çalakiya greva birçîbûnê anîbûn. Navê 10 girtiyên li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê dihatin dermankirin û careke din şandin girtîgehê wisa ne: "Rizgar Turhan, Lokman Karaşî, Burhan Evîz, Tevfîk Ozdemîr, Erdî Çelîk, Abdurrahman Budak, Gulîstan Abdo, Gulan Kiliçoglu, Emel Gultekîn, Dîlşah Kocakaya."