Li Sêrtê 7 kes hatin girtin
Li gund û navenda Şîrvanê di serdegirtinên malan de ji 15 kesên hatibûn binçavkirin 7 kes hatin girtin.

Li gundê Zivzik û Maden ên Şîrvanê û navenda navçeyê di serdegirtinên malan de tîmên taybet û leşkeran 15 kes binçavkiribûn. 15 kes piştî îfadeyan derxistin dozgeriyê. 15 kes bi îdıaya "endamê rêxistinê ne" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê 8 kes berda û Hevserokê HDP'ê ya Şîrvanê Mekîn Er. Hevserokê DBP'ê Orhan Erbek, rêveberên DBP'ê Îdrîs Kurtak, Mevlît Şen, Mehmet Engîn, Hakan Odumlu û Orhan Kurtak bi heman îdiayê hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.