Li Serêkaniyê piştî komên çete li hemberî hêzên YPGê têk çûn, daxwaza agirbestê kirin. Li ser vê yekê YPGê bi şertên ku heta 2 rojan koma Guraba El Şam ji Serêkaniyê derkeve û ji kurd, ereb, asurî û ermeniyan meclîsek bê avakirin agirbest qebûl kir.
Komên çete yên çekdar ku di 8ê Sermawezê de ketibûn Serêkaniyê û di 19ê Sermawezê de jî êrîşî navenda asayîşa sivîl kiribûn pîştî êrîşên 3 rojan ku her carê windahî dan û xwe paşve kişandin, îro jî êrîş kirin. Komên çete ku seat derdora 10.00an de li Taxa Hawarna êrîş kirin li hemberî hêzên YPGê têk çûn û xwe paşve kişandin. Heman koman piştî demekê vê carê xwestin li Taxa Xiraba êrîş bikin, lê dîsa rastî berxwedana tund hatin û neçar man ku xwe vekişînin sînorê Bakûrê Kurdistanê. Hate ragihandin ku di pevçûnên heta saet 16.00an dom kirin de komên çekdar gelek windahî dane, lê derbarê hejmara wan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Rayedarên YPGê jî diyar kirin ku tu windahiyên wan nîn in.
Piştî pevçûnên îro, komên çekdar ku nekarîn pêş bikevin daxwaza agirbestê kirin û hinek derdorên din xistin dewreyê. Di encama hevdîtinên hatine kirin de Fermandariya YPGê bi 2 şertan daxwaza agirbestê qebul kir. Li gorî agirbestê divê heta 2 rojan koma bi navê Guraba El Şam ji Serêkaniyê derkeve. Her wiha divê li bajêr ji kurd, ereb, ermenî, suryaniyan meclîsek bê avakirin. Fermandariya YPGê aşkera kir ku heta 2 rojan şertên wan neyên bicîhanîn, ew ê agirbestê bidawî bikin û van koman ji bajêr derxînin.
Piştî agirbestê li bajêr bêdengî serwer bû û niha çavli rê ye ka dê ev şertên agirbestê bêne bicîhanîn an na.