Li seranserê Bakûrê Kurdistanê derabe nehatin vekirin

Li seranserê Bakûrê Kurdistanê derabe nehatin vekirin

Li ser banga BDP'ê ya "Em dê jiyanê rawestînin" ku ji bo piştgiriyê bidin girtiyên PKK'yî û PAJK'ê ya çalakiya greva birçîbûnê li seransarê Bakûrê Kurdistanê Amed, Wan, Melezgîrt, Çel, Mêrsîn, Kerboran, Qoser, Hênê, Nisêbîn, Ewêna, Hezex, Cizir, Êlih, Wêranşar, Şemrex, Şirnex, Pirsus, Sîlopî, Farqîn, Dêrik, Bismil, Sêrt, Bêşebab,, Edene, Colemêrg, Kop, Şemzînan, Gever Qereyazî, Bazîd, Qeyqeli û Elbake welatî neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin.

Li ser banga BDP'ê û KCD'ê li 33 bajarên Bakûrê Kurdistanê welatî neçûn ser kar û jiyan rawestandin. Li 33 navendan li ser banga BDP'ê û KCD'ê ji bo piştgiriyê bidin çalakiya girtiyên PKK'yî û PAJK'ê ku 49 rojin ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê gelê kurd ên demokratîk welati neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin.

Li Amed, Melezgîrt, Çel, Mêrsîn, Kerboran,. Qoser, Hênê, Nisêbîn, Ewêna, Hezex, Cizir, Êlih, Wêranşar, Şemrex, Şirnex, Pirsus, Sîlopî, Farqîn, Dêrik, Bismil, Sêrt, Bêşebab Wan, Edene, Colemêrg, Kop, Şemzînan, Gever Qereyazi, Bazid, Qeyqelî û Elbake welatî neçûn ser kar û dkanên xwe venekirin. Li gelek bajaran xwendekar neçûn dibistanan û ji bilî nanpêj û dermanfiroşan her der girtî ye. Li gelek navçe û bajarên ku şaredarî di destê BDP'ê de ye karkerên paqijiyê ji neçûn ser kar û jiyan rawestandin. Otogarên nava bajar û navçeyan jî hatin asta rawestandinê. Li hin cihan ji pankartên "Ji Ocalan re azadî hate vekirin.

Xwendekarên dibistan boykot kirin meş pêk anîn. Li gelek bajar û navçeyan polîsan li nava kolan û taxan bi maşîneya zirxî tura davêjin. Li hin bajar û navceyên ku dê meşên girseyî pêk bên jî girse li ber avahiyên BDP'ê kom dibin û amadekariya meşê dikin.