Li navenda bajarê Şirnexê, li ser rêyên gund û gundikên Bîrove, Qernê, Êrê, Basret, Miştokê, Zivingok, Memîroka, Berbeq, Birkê û Gelî yên li herêma Gabarê, nuqteyên kontrolê hatin avakirin.
Serokê ÎHD'ê yê Şirnexê Emîrhan Ûygsal û endamê Desteya Rêveberiyê Mûcîp Erdem, ji bo li ser mijara çêkirina nuqteyên kontrolê yên leşkerî li ser rêyên deh gundên cuda yên herêma Gabarê, xwestin biçin herêmê û lêkolînan bikin. Heyetê hevdîtin û lêkolînên xwe kir raporek û di dema vegera ji herêmê de ji aliyê leşkeran ve hat sekinandin û wesayît û nasnameya endamên heyetê hatin kontrolkirin.
Di rapora ji aliyê Şaxê ÎHD'ê yê Şirnexê ve hat amadekirin hat ragihandin ku li cihên ev du sal in kontrol nîne nuqteyên nû yên kontrolê hatine avakirin.
Gundiyên ji heyetê re axivîn anîn ziman ku ew dixwazin li gundên xwe yên di salên 90'î de ji neçarî vala kiribûn, vegerin. Di raporê de ev nêrîna gundiyekî hat ragihandin: "Em li gundê xwe bi Xwezayê re dijiyan. Şert û mercên jiyanê li gundên me gelekî baş bûn. Dema gundên me hatin valakirin li pêş çavên me malên me şewitandin û yên ev kirin jî leşker û cerdevan bûn. Niha li ser rêya gund nuqteya leşkerî çêkirine. Kengî em diçin gund, li ser rê ji aliyê leşkeran ve em tên sekinandin. Sekinandin ne tiştekî mezin e, lê her carê tirsa mirinê dikeve dilê me. Ji ber ku em dûrî her derê, dûrî her tiştî ne, tirsa mirinê dikeve dilê me. Qereqolên wan hene, ev du sal in em diçin û tên, pirsgirêk dernediket. Lê belê dema em niha diçin gundê xwe, em ditirsin ku tiştekî ji bo xwarinê bi xwe re bibin. Em naxwazin her carê ev yek were serê me."
DIXWAZIN VEGERA LI GUND ASTENG BIKIN
Gundiyên ji heyetê re axivîn anîn ziman ku nuqteyên nû yên leşkerî ji bo astengkirina vegera li gund e û gundiyekî rewş ji heyetê rave kir: "Beriya gundên me werin valakirin, ji aliyê bedewiyên xwezayî û karê çandiniyê ve gundên me gelekî dewlemend bûn. 3 roj û 3 şevan derdora gundên me ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin bombekirin. Herî dawî em neçar man gundên xwe vala bikin. Dema me hewl da eşyayên xwe ji malên xwe derxînin leşker û cerdevanan destûra vê nedan malên me tevî eşyayên me dan ber agir. Li hemberî vê yekê me nekarî îtirazeke biçûk jî bikira. Em dixwazin li gundên xwe vegerin. Dewletê destûra vê da. Lê belê yên ku divê me biparêzin, astengiyê derdixînin pêşiya me. Ji ber ku gundên me ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatin şewitandin û ji bo em xwe rizgar bikin ji neçarî me koç kirin. Niha em ji avakirina nuqteyên nû yên leşkerî aciz in. Ji ber ku kincê leşkerî bi xwe têrê dike ku ew roj werin bîra me. Dixwazin bi nuqteyên kontrolê, bi kontrola li ser rê re pêşî li vegera me ya li gundan bigirin."
TESPÎTÊN HEYETÊ
Heyeta ÎHD'ê piştî lêkolînên xwe, ev tespît kir: "Gelê ku hînê xwe ji travmaya valakirina gundan û bombebarana 1994'an rizgar nekiriye, vî karê çêkirina nuqteyên kontrolê yên leşkerî, weke rewşeke ku pêvajoya çareseriyê ya ketiye sala 3'an dixe xeteriyê, dibîne. Li şûna ku vegera li gundan bê teşwîqkirin, hewl tê dayîn vegera li gundan were astengkirin. Îmaja nebaş a di salên 90'î de hat nîşandan, bi vî rengî di hîn nebaşiyê de israr dike. Pêvajoya Çareseriyê ku em çavdêriya wê dikin, divê rê li ber vegera gundiyan li gundên xwe veke. Lê belê nuqteyên kontrolê yên bi vî rengî di nava gel de rê li ber nerazîbûnên mezin vedike. Ji bo selametiya pêvajoyê pêwîste hesasiyet li ber çavan werin girtin. Eger xebatên bi vî rengî dewam bike, wê gundiyên li herêma mijara gotinê nerazîbûnên xwe yên demokratîk nîşan bidin. Bi dîtina me bi vî rengî pêvajo dikeve xeteriyê. Divê destûr ji vê re neyê dayîn."