Li ser rêya Colemêrg-Wan teqîn: 2 leşker mirin

Li ser rêya Colemêrg-Wan teqîn: 2 leşker mirin

Li ser rêya Colemêrg-Wanê di dema derbazbûna karwana leşkerî de teqînekî mezin rû da. Di teqîna ku wesayîtekî zirxî firiya Rûbarê Zapê, li gorî agahiyên destpêkê 2 çawişên pispor (leşkerên bipere) mirin û gelek leşker jî birîndar bûn.

Li ser rêya Colemêrg-Wanê li devera tunela duwemîn di dema derbazbûna karwana leşkerî de teqînekî mezin rû da. Hate diyarkirin ku, bi tundiya teqînê re wesayîta zirxî ya kîrpî firiya Rûbarê Zapê, piştî teqînê gelek ambûlans sewqî herêmê kirin. Li gorî agahiyên destpêkê yên teqînê herî kêm 2 çawişên pispor (leşkerên bipere) mirin, gelek leşker jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku, leşkerên birîndar rakirine Nexweşxaneyên Colemêrg û Geverê.

Piştî teqînê li Colemêrgê helîkopter firiyan, li herêmê operasyon hate destpêkirin. Herêmên çiyayî ji aliyê helîkopterên kobra ve hatin bombebaran kirin, hate ragihandin ku, herêmên hatine bombebaran kirin dûman jê radibin.