Li Şengalê gelek çete hatin kuştin

Di çarçoveya Operasyona Azadkirina Şengalê ya danê sibehê hat destpêkirin de gerîlayên HPG, YJA Star, hêzên YBŞ û YBŞ Şengal darbên giran li çeteyan dan û pêşve diçin. Di pevçûnan de gelek çete hatin kuştin.

Di çarçoveya Operasyona Azadkirina Şengalê ya danê sibehê hat destpêkirin de gerîlayên HPG, YJA Star, hêzên YBŞ û YBŞ Şengal darbên giran li çeteyan dan û pêşve diçin. Fermandariya Qadê ya HPG’ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê diyar kir ku di pevçûnan de gelek çete hatin kuştin û 4 cenazayên çeteyan di destê wan de ne.

Fermandariya Qadê ya HPG’ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê têkidarî pevçûnên ku di çarçoveya Operasyona Azadkirina Şengalê de tevahiya rojê rû dan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di çarçoveya Operasyona Azadkirina Şengalê de vê sibehê hat destpêkirin, hêzên HPG, YJA Star, YBŞ û YPJ Şengal ku bi pevçûnan ketin gundê Kizilkent gund ji çeteyan paqij kirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Baskekî me yên din jî rêya Til Efar-Şengal kir kontrola xwe. Piştî rê hat kontrolkirin û hêzên me pêşde diçûn hewldana êrîşên çeteyan rû da. Hêzên me ev hewldan paşde xistin û pêşde çûn.

Di pevçûnên tevahiya rojê de dewam kirin, du wesayîtên leşkerî yên hammer ên bombebarkirî, gelek çek, kelûpelên leşkerî û cebilxane ketin destê hêzên me û bombe hatin bêbandorkirin.

Di pevçûnên tevahiya rojê de yên bi navber rû dan çeteyan derbên giran xwarin. Gelek çete hatin kuştin cenazeyên 4 çeteyan ketin destên hêzên me.”

Fermandariya Qadê ya HPG’ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê diyar kir ku wê daxuyaniya berfireh sibe bê dayîn.