Li Şengalê dewreyên perwerdeyê yên HPG'ê
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Şengalê, şervanên Dewreya Perwerdeyê ya Ş. Yilmaz, derçûn.
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Şengalê, şervanên Dewreya Perwerdeyê ya Ş. Yilmaz, derçûn.
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Şengalê, şervanên Dewreya Perwerdeyê ya Ş. Yilmaz, derçûn. Gerîlayên HPG'ê yên 2 mehan di dewreyê de perwerde dîtin gotin, "PKK, rêxistineke ku li her derê ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve timî bi pêş ve diçe ye. Rewşa şer li pêşiya perwerdeyê ne asteng e, divê nebe asteng."
Ji 3'ê Tebaxa 2014'an dema destpêkirina êrîşa çeteyên DAIŞ'ê li hemberî Şengalê û vir ve, hêzên HPG û YJA Starê hebûna xwe ya li herêmê diparêzin. Hêzên HPG'ê yên li çeperên pêş ên Şengalê li ber xwe didin, perwerdeyên xwe yên leşkerî û îdeolojîk jî didomînin. Şervanê HPG'ê yê bi navê Erdal Soran ê ji dewreya perwerdeyê ya bi navê Ş. Yilmaz derçû got, "Li ser banga Rêberê me em hatin Şengalê. Li Şengalê her hevaleke/î me ruhekî fedaî nîşan dan."
'PARASTINA GELEKÎ TÊ QETILKIRIN, WEZÎFEYA ME YE'
Soran da xuyakirin ku hatina Şengalê, pêkanîna ewlekariya gel û hilanîna tola mirovên hatin qetilkirin û revandin, wezîfeya wan a bingehîn e û got, "Em weke fedaiyên gel hatin Şengalê. Parastina gelekî tê qetilkirin û paqijkirina 4 parçeyên Kurdistanê ji dagirkeriya dijmin, wezîfeya me ya esasî ye. Nêzî saleke ez li Şengalê me. Rêxistina me piştî pratîka salekê, derfetên perwerdeyê afirand. Û ez jî beşdarî dewreya sêyemîn a van dewreyê perwerdeyê bûm. Li Dewreya Perwerdeyê ya Ş. Yilmaz, tevî qadên leşkerî û îdeolojîk me li ser çand û baweriya Êzidiyan jî perwerde dîtin. Li qadên şer hebûna dewreyên perwerdeyê û dîtina perwerdeyê li ser bingeheke rast, tiştekî gelekî girîng û xweş e."
'BI VÊ PERWERDEYÊ RE ME LI PRATÎKA XWE YA ŞER A SALEKÊ PIRSÎN'
Soran anî ziman ku wan pratîka xwe ya salekê ya şer bi vê dewreya perwerdeyê re lêpirsîn kirine û ev nirxandin kir: "Ji bo nirxandina pratîka dema bihurî û tevlîbûneke baştir ji dema ji niha û pê ve, ev dewreya perwerdeyê gelekî girîng bû. Bi perwerdeya ji aliyê hevalên me yên profesyonel ve hat dayîn re, hemû hevalên me kûrbûneke mezin jiyan. Em ji Dewreya Perwerdeyê ya Ş. Yilmaz îro derçûn. Ya girîng; fêmkirina parastina gel û civakê ye û li ser vê bingehê tevlîbûn e. Vê dewreya perwerdeyê di nava her hevalê/î de rê li ber kûrbûneke bi vî rengî vekir."
Soran diyar kir ku armanca wan ew e, van teoriyan di pratîkê de ji bo xizmeta gel bi kar bîne.
'EM DIXWAZIN CIVAKA XWE YA ÊZIDÎ BIPARÊZIN Û ŞENGALÊ AZAD BIKIN'
Ji şervanên HPG'ê Serdar Colemêrg ku li Şengalê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe dide got, "Ji bo parastina civaka xwe ya Êzidî û azadkirina Şengalê em hatine. Dema em hatin Şengalê, civaka me xwedî daneheviyeke xurt nebû. Rêxistina me li aliyekî li ber xwe da, li aliyê din jî ji bo zanekirina civakê û danefêmkirina pêwîstiya xweparastinê, xebitî û encam girt. Êdî gelê me xwe bi xwe bi rêxistin dike, xurt dike û haya xwe ji gelek tiştan heye. Di vê dewreya perwerdeyê de em bi taybetî li ser naskirin û fêmkirina civaka xwe ya Êzidî sekinînin."
Colemêrg anî ziman ku eger pêwîstî pê hebe ew ê canê xwe jî feda bikin û herî dawî got, "Bi perwerdeya xwe ya li vê dewreyê re, em dixwazin li qadên xwe yên pratîkê serketinên mezin bi dest bixin. Navê dewreya me Şehîd Yilmaz e û di şexsê Ş. Yilmaz û hemû hevalên xwe yên şehîd de, soza me beriya niha dabûn dubare dikin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê şer bikin û Şengaleke azad, Kurdistaneke azad pêşkêşî gelê xwe bikin."
'DI PÊNGAVA ŞENGALÊ DE TIMÎ ÇETEYÊN DAIŞ'Ê WINDA KIRIN'
Gerîla Şervan Agirî û Şiyar Şêxo yên di Dewreya Perwerdeyê ya Ş. Yilmaz de derçûn gotin, "Di pêngava azadkirina Şengalê de weke milîtanên PKK'ê me cih girtin. Li ser banga Rêberê me, em bi hesteke mezin hatin Şengalê. Şengal şerê bajêr bû û weke rêxistin yekemcar me di nava şerê bajêr de cih xwe girtin. Tevî vê yekê jî bi fedekariyên mezin, tevî ku ewilî hejmara me kêm bû jî, di şerê xwe de me her tim çeteyên DAIŞ'ê şikand. Di pêngava azadkirina Şengalê de her tim terorîstên DAIŞ'ê winda kirin. Rêxistina me rêxistineke welê ye ku merc û derfetan di her mijarê de bi kar tîne. Mîna afirandina derfetên perwerdeyê li qada şer a Şengalê."
'EM Ê HER TIM JI BO AZADIYÊ TÊBIKOŞ IN'
Agirî û Şêxo anîn ziman ku Dewreya Perwerdeyê ya Ş. Yilmaz ji bo pêşerojê tecrûbe û avantajeke mezin e û got, "Mayîna bi hev re ya salekê û piştre dîtina perwerdeyê, tiştekî gelekî xweş e. Dema em hatin Şengalê, qet nediket bîra me ku di nava şer de em ê perwerdeyê bibînin. Bi perwerdeya xwe re em careke din soz didin Rêberê xwe, hevrêyên xwe yên şehîd û gelê xwe, ku em ê her demê ji bo azadiyê têbikoş in."
Agirî û Şêxo bang li tevahiya ciwanên cîhanê kir, ku cihê xwe di pêngava azadkirina Şengalê de bigirin.