Li Şengalê çete derbeyên giran dixwin

Di Operasyona Azadkirina Şengalê de çete derbeyên giran dixwin, rêya Solak-Til Afer û du wesayîtên Hammer ên bombebarkirî yên çeteyan ji aliyê gerîlayan û hêzên YBŞ/YPJ Şengal hat desteserkirin.

Gerîlayên HPG, YJA Star û hêzên YBŞ-YPJ Şengal vê sibehê dest bi Operasyona Azadkirina Şengalê kirin, operasyon bi hemû leza xwe didome.

Di çarçoveya operasyonê de rêya Solak-Til Afer ket bin kontrola gerîlayan û hêzên YBŞ-YPJ Şengalê.

Li rojhilatê Şengalê pevçûn hê jî didomin. Di pevçûnan de 2 wesayîtên leşkerî yên Hammer ên bombebarkirî yên aîdî çeteyên DAIŞ’ê û gelek cebilxane ji aliyê gerîlayan hate desteserkirin.

Bombeyên hatin desteserkirin hatin îmhakirin. Çeteyên derbeyên giran ji gerîlayan xwarin jî di nav panîkê ber bi gundê Ramnbosî reviyan.