Li Şengalê çalakiya sûîqestê: Çeteyek hat kuştin

HPG'ê da xuyakirin ku di 20'ê Hezîranê de hêzên gerîla li navenda Şengalê, li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyeke sûîqestê pêk anîne.

HPG'ê da xuyakirin ku di 20'ê Hezîranê de hêzên gerîla li navenda Şengalê, li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyeke sûîqestê pêk anîne.

Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hat ragihandin ku di êvara 20'ê Hezîranê saet di 18:00 de, li taxa Xeyr Nasir a Navenda Şengalê hêzên gerîla li hemberî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyeke sûîqestê pêk anîne.

Li gorî daxuyaniyê, di encama çalakiyê de çeteyekî DAIŞ'ê hatiye kuştin.