Li Şengalê 2 çete hatin kuştin
Li navenda Şengalê, di encama çalakiyên sûîqestê yên hêzên YBŞ'ê de 2 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Li navenda Şengalê, di encama çalakiyên sûîqestê yên hêzên YBŞ'ê de 2 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li navenda Şengalê 2 çete hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
"8'ê Mijdarê saet di navbera 19:00-20:00 de yekîneyên me yên berxwedanê, li hemberî çeteyên li navenda Şengalê 2 çalakiyên sûîqestê pêk anîn. Di encama çalakiyan de 2 çete hatin kuştin.
Di 7 û 8'ê Mijdarê de jî, balafirên şer ên koalîsyonê di navbera saet 08:00 û 22:00 de 15 caran li çeteyên li navenda Şengalê dan."