Wezîrê Navxweyî Îdris Naîm Şahîn duh li Colemêrgê rastî çalakiya şermezarkirinê hatibû û li Colemêrgê asê mabû. Îro jî çû Rûbarokê û dîsa rastî çalakiya şermezarkirinê hat. Ciwanê bi navê Aydin Cengîz ku Şahîn şermezar kir rastî lînca leşker û cerdevanan hat. Şahîn jî keniya û temaşe kir.
Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn, duh di bin tedbîr û dorpêça polîs û tîmên taybet ên zirxî de çû Colemêrgê. Şahîn dema xwest biçe nava sokê rastî çalakiya şermezarkirinê hat. Şahîn ku di bin dorpêça polîs û parastina polîs û tîmên taybet de tevger dikir, serê sibê çû navçeya Şemzînanê.
Şahîn dema ku bi helîkopterê ji Şemzînanê çû bajaroka Rûbarokê cerdevanên Bajarokê ziyaret kir. Şahîn li vir diyar kir ku, ciwanên nebûne cerdevan jî dê wan bikin cerdevan. Di vê navberê de Ciwanê bi navê Aydin Cengîz yê gundê Herkişkê bertek nîşanî Şahîn da û got: "Hûn çima hatine vir. Ger ku hûn nikarin pirsgirêkan çareser bikin hûn çima hatine vir". Li ser vê berteka Aydin, leşker û cerdevanan êrîşî Aydin kirin û ew lînç kirin. Şahidên bûyerê diyar kirin ku cerdevanan dema Aydin Cengîz ji cihê bûyerê dûrxistin ew lînc kirin û serê wî şikandin. Şahidan anîn ziman ku, bi qûndarên çekê li Aydin xistin û Wezîr Şahîn jî li hemberî vê rewşê keniya. Şahîn pişt re bi helîkoptêrê çû hidûd.