Li Rojhilatê Kurdistanê 9 Kurd hatin girtin

Piştî şerê di navbera Îran û Îsraîlê ku 12 roj dom kir, operasyonên berfireh dest pê kirin. Li bajarên Somay û Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji du malbatên cuda 9 kes bi sûcdariyên keyfî binçavkirin.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan, Ahmad Golestanî, Mohemmed Golestanî, Behzad Golestanî, Mohsen Golestanî, Ehsan Golestanî, Mehran Golestanî, Ferzad Mostafazadeh, Hamîd Mostafazadeh û Shoresh Mostafazadeh li gundê Nojavan ê Somayê û li herêma Bradostê ya nêzîkî Ûrmiyê hatine binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin bi "xebata ji bo Îsraîlê" hatine tawanbarkirin ku ev sûcdariyeke keyfî û sîstematîk e ku li dijî muxalifan hatiye kirin.

Hat diyar kirin ku wezîfedarên Îstîxbarata Mûhafizên Şoreşê di dema serdegirtinê de êşkence li binçavkiriyan kirine û piştre ew veguhestine girtîgehek li Tehranê.

Malbatan, dan xuyakirin ku ew nekarîne derbarê cihê rastîn ê xizmên xwe an jî tenduristiya wan de agahî werbigirin.

Li gorî parêzvanên mafên mirovan, piştî şer herî kêm 21 hezar kes li Îranê hatine binçavkirin.