Li Rojava pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê

Bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê welatiyên Kantona Cizîrê li gelek bajarên Kantonê şahî li dar xistin. Di van şaniyan de bi hezaran welatî amade bûn.

Bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê welatiyên Kantona Cizîrê li gelek bajarên Kantonê şahî li dar xistin. Di van şaniyan de bi hezaran welatî amade bûn.

QAMIŞLO

Bi wesîleya 32’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê welatiyên bajarê Qamişlo li navenda Hêzên Parastina Cewherî ya Taxa Enteriyê ya bajêr şahiyek li dar xistin. Di şahiyê de nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Aştiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê, endamên sazî û rêxistinên bajêr û bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo û gundên derdorê amade bûn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Nêrgiz Dêrik der barê destketiyên bi saya pêngava 15’ê Tebaxê hatine bidestxistin de axivî û diyar kir ku hemû destketiyên gelê Kurd bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin.

Nêrgiz di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna leşkerî ya Mahsûm Korkmaz û hevalên wî ji bo azadiya gelê Kurd li tevahî Kurdistanê û got ku Pêngava 15’ê Tebaxê gava yekemîn di şoreşa gelê Kurd li dijî zilm û dagirkeriyê bû.

Di şahiyê de her wiha gelek peyamên pîrozbahiyê ku ji partî û rêxistinên bajêr hatibûn şandin, hatin xwendin.

Şahî bi stran û dîmenên dîlanê yên Koma Hunerî ya girêdayî Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Li bajarê Tirbespiyê jî Tevgera Çand û Hunerê ya bajêr bi heman boneyê şahiyek li dar xist û têde zarokên ku beşdarî Yekemîn Mîhrîcana Zarokan a Kantona Cizîrê bûne hatin xelatkirin.

Di şahiyê de Cîgirê Serokê Desteya Parastinê Ebdilehd Gewriyê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên bajêr û bi dehan welatiyên bajêr amade bûn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Rêvebera Navenda Çand û Hunerê ya bajêr Sozan Mehmûd der barê girîngiya Pêngava 15’ê Tebaxê li ba gelê Kurd de axivî û got  ku şoreşa Rojava yek ji berhemên Pêngava 15’ê Tebaxê ye û bi saya şehîdên pêngavê rêya azadiya gelê Kurd û tevahî gelên herêmê hatiye ronîkirin.

Di şahiyê de Ebdilehd Gewriyê û Rêveberê TEV-DEM’ê Hemze Tolhildan axivîn û Pêngava 15’ê Tebaxê li beşdarên şahiyê pîroz kirin. Di axaftinan de hate gotin ku destketiyên di şoreşa Rojava de hatine bi destxistin berdewama serketinên Pêngava 15’ê Tebaxê ne.

Di şahiyê de komên Kulîlkên Rojava û koma Ş. Xebat a zarokan stran, şano û dîmenên dîlana folklorîk pêşkêş kirin.

Di dawiya şahiyê de rêveberên Şaredariya Gel a bajarê Tirbespiyê zarokên ku beşdarî Yekemîn Mîhrîcana Zarokan a Kantona Cizîrê bûne xelat kirin.

HESEKÊ

Welatiyên bajarê Hesekê jî bi heman boneyê şahiyek li navenda Çand û Hunerê ya bajêr li dar xistin. Di şahiyê de bi sedan welatî amade bûn.

Salona şahiyê bi wêneyên cangoriyên rêya azadiyê û pankartên bi nivîsên wekî “Li ser rêya şehîd Egîd û Rûbar serketina şoreşê misoger e.” û “Şoreşa Rojava nûnertiya pêngava 15’ê Tebaxê dike.” hatibû xemilandin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Koordînasyona Giştî ya TEV-DEM’ê Henîfe Hisên der barê Pêngava 15’ê Tebaxê de axivî û wiha got: “Destketiyên li Rojavayê Kurdistanê hatine bidestxistin, avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û têkoşîna li dijî çeteyan û hêzên tarî tê meşandin, berhema felsefeya Rêberê Apo û pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê ye.”

Henîfe Hisên di berdewama axaftina xwe de got ku ala ku şehîd Egîd li ser çiyayên Kurdistanê rakiriye, niha di destên şervanên YPG’ê û YPJ’ê de li ba dibe û bi saya vê alê tevahî Rojhilata Navîn dê were rizgarkirin.

Şahî bi gelek stran û dîmên dîlanê ji aliyê Koma Tolhildan a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê bi dawî bû.

AMÛDÊ

Li bajarê Amûdê jî Meclîsa Gel a bajêr li navenda Perwerde û Zanista Jinan bi heman boneyê şahiyek li dar xist. Di şahiyêde bi dehan welatiyên bajêr amade bûn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Yeşar Ebdilrezaq derbarê pêngava 15’ê Tebaxê de axivî û hemû cangoriyên rêya azadiyê bi bîr anîn.

Ebdilrezaq diyar kir ku girîngiya Pêngava 15’ê Tebaxê di têkoşîna gelê Kurd de gava yekemîn li dijî koletî û dagirkeriyê ye û destnîşan kir ku tevahî Kurdistanê di wê demê de rewşên aloz dijiya û 15’ê Tebaxê bi roja vejînê bi nav kir û destpêka têkoşîna gelê Kurd li dijî zilm û dagirkeriyê bû.

Şahî bi stran û dîmenên dîlanê yên koma Agirî û dîlana welatiyan bi dawî bû û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê hatin gotin.