Li Roboskiyê mînîbusekî sivîl ku leşker tê de bûn qulipî û hate hînbûn ku, mirî û birîndar hene. Hate diyarkirin ku, di bûyerê de ajovanê mînîbusê jî mir.
Rûniştvanê Roboskiyê ku şahidê bûyerê ye ji ANF’ê re axivî û got, mînîbusa sivîl ku leşker tê de bûn 200 metreyan nêzî konê taziyê yê Roboskiyê qulipî.
Şahidê bûyerê wiha ravekir: “Wesayît ji Beyaztepeyê dihat. Bûyer 200 metreyan nêzî konê taziyê rû da. Wesayît ji rê derket. Mînîbusekî leşker di hilgirtin bû. Ajovanê wesayîtê jî yê Roboskiyê ye. Me zanîn ku, di qezayê de wî jî jiyana xwe ji dest da ye. Nêzî 20 leşker hebûn. Min 3 mirî dîtin, lê belê tê gotin piraniya birîndaran mirine. Kesên ku birîndar birine nexweşxaneyê, gotin zêdetirî 10 leşkeran mirine.”
ROBOSKIYAN LEŞKER HILGIRTIN
Şahidê bûyerê anî ziman ku, Roboskiyan mudaxeleyî birîndaran kirine, dîsan jî leşkerên birîndar Roboskiyan bi wesayîtên xwe birine nexweşxaneyê. Şahidê bûyerê komkujiya Roboskiyê bibîrxist û got; “Dewlet na, tenê xelkê Roboskiyê, xelkê Roboskiyê yê komkujî biserê wan hatî leşker birin nexweşxaneyan. Bila vê jî bizanin.”