Malbatên 34 welatiyên di 28'ê Kanûna 2011'an de li Roboskiyê ji aliyê balafirên şer ve hatin qetilkirin, ji bo bîranîna wan konê nobetê vekirin. Birayê Cemal Encu Vahît Encu bertekên hişk nîşanî helwesta AKP'ê da û wiha got: "Nêzî 8 meh di ser bûyerê re derbaz dibin, lê hêj bûyer ronî nebûye. Em bang li Serokwezîr dikin. Em dibêjin nikarin bi zext û zorê me ji daxwazên me dûr bixin. Em dê heta dawî dozdar bin."
Malbatên 34 welatiyên di 28'ê Kanûna 2011'an de li Roboskiyê ji aliyê balafirên şer yên tirk ve hatin qetilkirin, ji bo komkujî neyê ji bîrkirin û di Cejna Remezanê de wan bibîrbînin, konê nobetê vekirin. Malbatan helwesta hikûmetê şermezar kir û diyar kirin ku, dê heta dawî doza wan bikin. Girseya ku di nav de Şaredarê Şirnexê Fadil Bedîrhanoglu, Rêveberên BDP'ê yên Şirnexê jî gorên 34 welatiyan ziyaret kir û sersaxî ji malatan re xwest.
Malbatên serê sibê hatin ser goristanê li ser gorê Konê Nobetê vekirin. Malbatan piştî dua kirin li ser navê malbatan Birayê Cemal Encu Vahît Encu bertekên hişk nîşanî helwesta AKP'ê da û wiha got: "Nêzî 8 meh di ser komkjiyê re derbaz bû. Lê ne dewletê û ne jî hikûmetê heta niha gavên çareseriyê û ronîkirinê neavêtin. Li şûna edalet cihê xwe bibîne bi hinceta Qeymeqam şerezar kirine welatiyên gundê me hatine girtin û Roboskî li me kirine dojeh.
Em bang li Serokwezîr dikin. Em dibêjin nikarin bi zext û zorê me ji daxwazên me dûr bixin. Em dê heta dawî dozdar bin. Em tu carî bêdeng namînin. Em bêdeng bimînin jî dîrok bêdeng namîne. "