Li Roboskî çalakiya 173. a ji bo edaletê hat lidarxistin

Malbatên Roboskî, çalakiya xwe ya 173. a lêgerîna li edaletê, tevî zext û zordariya leşkeran jî lidar xistin. Malbatan bal kişandin ser operasyonên leşkerî yên dema dawî û diyar kirin ku AKP dixwaze pêvajoya çareseriyê li Roboskî tê bibe.

Malbatên Roboksî çalakiya xwe ya nobeta edaletê ya hefteya 173'an li dar xistin. Malbatên li ser gorên zarokên xwe hatin cem hev weneyên zarokên xwe hilgirtin û pankarta "Miriyên li ser pişta hêstiran nayê jibîrkirin" hatin hilgirtin.

Li ser navê malbatan Serokê Roboskî-Der'ê Velî Encu daxuyanî xwend û bal kişand ser provakasyonên li dijî "Pevajoya çareseriyê" û wiha got: "Em dizanin provakasyonên li Agiriyê û rojên dawî li Roboskiyê pêk tên ji bo pêvajoya çareseriyê bi xilas bikin lidar dixin. Li Agiriyê welatiyan provakasyonên hikûmeta AKP'ê vala derxistin. AKP dixwaze pevajoyê çareseriyê li gundê Roboskî têk bibe. Lê em jî weke gelê Agiriyê destûrê nadin provakasyonan."

Encu bang li hikûmetê kir ku êrîşên li dijî mirovahiyê û pevajoya çareseriyê bi dawî bike.