Li Rihayê ji ber barana zêde lehî rabû û 3 kesên ketin ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan. Li navçeya Farqînê û navenda Amedê jî barana zêde bû sedema lehiyê û jiyan felç kir. Piştî lehiyê 4 kes birîndar bûn.
Duh ji ber barana zêde li navçeya Haranê û Hewagê yên Rihayê lehî rabû. Li navçeya Hewagê ya Rihayê jina 20 salî û Melaha Aslan a 62 salî winda bûbûn. Melaha Aslan duh cesedê wê hatibû dîtin û îro jî cesedê Rahime Aslan ku jiyana xwe ji dest da hate dîtin. Duh jî Melaha Aslan ya 62 salî ketibû ber lehiyê û winda bûbûn.
Li navçeya Haranêya Rihayê jî piştî lehî rabû Ahmet Çakir ket ber lehiyê û jiyana xwe ji dest da.
LI NAVÇEYA FARQÎNÊ JÎ JIYAN FELÇ BÛ
Li navçeya Farqînê ya Amedê jîe şevê din di demjimêr 18.30'an de ji ber barana zêde lehî rabû. Gelek mal û kargerî di bin avê de man û zirarek mezin pêk hat. Di lehiyê de 4 kes birîndar bûn.
Li navenda Amedê jî li semta Seyrantepe ji ber barana zêde lehî rabû û gelek mal û kargerî di bin avê de man. Malên ku di bin avê de man zirarek mezin dîtin.