Li Rihayê îşkence, destavêtin û destdirêjiya bi fermana dozger
Polîsên Tirk ên li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê M.D. binçav kirin û ew birin şikeftekê, li pêş çavên dozger îşkence lê kirin û dest avêtin wê. M.N.Y. jî ji ber îşkenceya zayendî û fîzîkî serî li ÎHD'ê da.
FERAT BOTAN
RIHA
çarşem, 22 pûşperê 2016, 10:08
Di çarçoveya konsepta şerê qirêj ê AKP/Qesrê de, yek ji bajarên ji bo binçavkirin, girtin, îşkence, şîdet û zextên giran weke herêmên pîlot hatine hilbijartin, Riha ye. Ji Tîrmeha 2015'an û vir ve zêdeyî 1500 kes hatin binçavkirin û zêdeyî 500 kes hatin girtin. Îşkenceya niha li Rihayê tê kirin, ji îşkenceya salên 80 û 90'î dijwartir e. Ev îşkence di asta wehşetê de tê kirin. Komeke çete ya bi taybetî li Rihayê hatiye bicihkirin, îşkenceyê li sivîlên li Serêkaniyê, Wêranşar û Pirsûsê tên binçavkirin dike, dest davêjin û dest dirêjî binçaviyan dike. Ev rastî bi serlêdanên li Şaxê ÎHD'ê yê Rihayê tê kirin, roj bi roj eşkere dibe.
GIRTIN BINÇAVAN Û LI ŞIKEFTÊ DEST AVÊTIN WÊ
M.D. a 20 salî ya li Serêkaniyê hat binçavkirin, forûma serlêdanê ya ÎHD'ê dagirt û şerma Tirkiyeyê raxist pêş çavan. M.D. a niha girtî ye diyar kir, dema ew binçav kirin birine şikeftekê û hundirê vê şikeftê bi amûrên îşkenceyê dagirtî bû. M.D. dibêje, dema ew birin şikeftê sîtilek ji hesin xistine serê wê, bi vî rengî birine şikeftê û anî ziman, ku wê nikarîbû serê xwe ji vê sîtilê derxîne û li vir dest avêtine wê. M.D. ragihand, di hundirê şikeftê de lingên wê bi têlên înşeatê hatine girêdan, destên wê bi kelepçeyê bi qoltixê ve hatiye girêdan û got, "Dest avêtin, dest dirêj kirin. Min tazî kirin. Çop xistin organa min zayendî. Min li kursiyekê dan rûniştandin. Lingên min bi têlên înşaetê girê dan. Destên min jî bi kelepçeyê bi qoltixê ve girê dan. Bi ço û kulman li zikê min, li sînga min xistin."
FERMAN JI ALIYÊ DOZGERÊ SERÊKANIYÊ VE HAT DAYÎN
M.D. da xuyakirin, ku piştre destên wê hatine girê dan û ew berdane nava bîrekê. Di forûma serlêdanê ya ÎHD'ê de M.D. wiha dewam kir. "Bi ser min de mîz kirin. Penîsê xwe derxist û xwestin bialêsim. Ev hemû ferman ji dozger girtin (Dozgerê Serêkaniyê). Min ji dengê wî nas kir. Rûyê min bi kevnekî kesk, sor û zer girê dabûn. Ez ji hal ketibûm. Min carekê ew paçik hinekî ji ser çavên xwe rakir. Min dozger û du cerdevan li cem wî dît. Yek ji cerdevanan bi Kurdî daxivî. Zik mezin bû, nava serê wî keçel bû. Bi qasî 1.70-1.75 metre dirêj bû. Yê din jî bi Erebî daxivî. Lê bi Kurdî jî daxivî. Bejna xwe kurt bû. Bi qasî 1.50-1.60 metre dirêj bû. Bi lingên xwe kevnik dixistin devê min. Yekî jî pense diranê min şikand. Bi qasî 3 rojan li Serêkaniyê hatim ragirtin. Ne av, ne jî xwarin dan. Dûre anîn Rihayê. Çavên min girtî, ez danîn nexweşxaneyê û dibirin. Li Nexweşxaneya dewletê doktor got, 'We ev xistine çi halî, çawa dikare li ser piyan bimîne?' Li ser vê yekê polîs bi ser doktor de hêrs bû. Polîsan gotin, 'Çawa dikarin doktorên bi vî rengî li Rihayê bihêlin'. Li nexweşxaneyê, dema li cem doktor jî çoyek di destê polîs de bû û timî li min didan. Di her kêliyê de li min didan. Jê re gotibûn 'vala nehêlin'."
POLÎS, JI BO XWE BIKUJE ÇEK DAYÊ
M.D. ragihand, ew 3 rojan li Şaxê TEM a Rihayê hat ragirtin û timî îşkence lê hat kirin. M.D. got, "Carekê av dan min. Ji min re gotin, 'Em ê te bibin cem parêzerê te'. Li min dan. Cara duyemîn dîsa gotin. 2-3 saetan carekê li min dan. Îşkence kirin. Dema cara sêyemîn gotin, min ji wan re got ez parêzer naxwazim. Bi şev bû. Ewilî ji hev re gotin, 'tişta me bi Haci Lokman Bîrlîk kirine, em bi wê jî bikin'. Dûre jî birin jêrê. Ji lingên min ez girê dan. Min jî ji wan bawer kir, di wê kêliyê de çek kişandin û dan serê min. Piştre heqaret kirin û gotin, 'rahêje çekê, xwe bi xwe bikuje'. Çek xistin destê min. Piştre bi lez û bez reviyan û derî girtin. Min jî ji xwe re got, 'piştê ew bûyerên bi serê min de hat, ez bimirim çêtir e ji jiyanê'. Ji xwe ez hingî miriyekî zindî bûm. Min jî berda serê xwe. Lê belê di hundirê çekê de fîşek tinebû."
AVÊTIN NAVA KORTALÊ Û BINAX KIRIN, LI TEM'Ê JÎ ÎŞKENCE LÊ KIRIN
M.N.Y. a 22 salî jî, ku li Serêkaniyê hat binçavkirin, hovîtiya di binê çavan de lê hat kirin, di serlêdana li ÎHD'ê de vegot. M.N.Y. da xuyakirin ku ew di 21'ê Tîrmeha 2015'an de li Serêkaniyê hatiye binçavkirin, piştî binçavkirinê kîsek xistine serê wê, ew birine herêmeke bejahî ya navbera Riha-Wêranşarê û wiha dewam kir: "Di 21'ê Tîrmeha 2015'an de li Serêkaniyê hatim binçavkirin. Piştî binçavkirinê kîs xistin serê min û ez birin herêmeke bejahî ya navbera Wêranşar-Rihayê. Li vê derê ez tazî kirin û li erdê bi stirî kaş kirin. Piştre bi ço li pişta min xistin. Ji ber ku min îfadeya li gorî dilê wan nedan, ez avêtin nava kortekê û ax avêtin ser min. Min binax kirin. Li vê derê ji ser hişê xwe çûm û dema min çavên xwe vekir ez li TEM'ê bûm. Li vir jî îşkenceya fîzîkî û zayendî li min kirin."