Li Rêya Armuşê yekîneyên YPS'ê û çeteyên Qesrê şer kirin
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê da xuyakirin, ku li taxên Şehît Firat, Karşiyaka û Xaçortê yên Rêya Armuşê ya Wanê, êvara 11'ê Îlonê di navera çeteyên Qesrê û yekîneyên YPS'ê de şer derket.
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê da xuyakirin, ku li taxên Şehît Firat, Karşiyaka û Xaçortê yên Rêya Armuşê ya Wanê, êvara 11'ê Îlonê di navera çeteyên Qesrê û yekîneyên YPS'ê de şer derket.
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da: "Li taxên Şehîd Firat, Karşiyaka û Xaçort ên navçeya Rêya Amuşê ya Wanê, êvara 11'ê Îlonê saet di navbera 22:30-23:00 de di navbera çeteyên Qesrê yên derketin operasyonê û yekîneyên me de şer derket. Vî şerî heta nîvê şevê saet 01:00 dewam kir. Li taxa Şehît Firat maşîneke zirxî ya bi tîpa Ejder hat îmhakirin. 2 endamên me yên di operasyonê de hatibûn dorpêçkirin, şehîd bûn. Agahiyên berfireh ên li ser nasnameyên her du endamên me yên şehîd bûn, wê piştre bên eşkerekirin."