Girseya ku ji bo cenazeyê gêrîla Rohat yê 2 roj berê li gundê Huseynîka navçeya Lîceyê jiyana xwe ji dest dabû wergirin çûn Lîceyê rastî astengiyên leşkeran hatin. Girseya li gel ku leşeran guleyê rastîn û bombeyên gazê bikar anîn jî dîsa çûn cenaze wergirtin. Girseya ku cenaze birin Nexweşxaneyê û rastî mudaxaleya bombeyên gazê hat, bi keviran bersiv da polîsan û navçeya Lîceyê vegeriya qada şer.
Li gundê Huseynikê yê navçeya Lîceyê 2 roj berê di navbera gêrîlayên HPG’ê û leşkerên artêşa Tirk de şer derket û 2 gêrîlayan. Piştî operasyonê leşkeran cenazeyê gêrîla Aytekîn Ozçîçek (Rojhat) wergirtin û cenazeyê gêrîla Rohat yê ji Erxeniyê ye jî li qada operasonê ma.
Îro serê sibê welatiyên ku ji Amed û Liceyê çûn herêma operasyonê li gel hemû astengiyan cenaze wergirtin. Girseya ku bi karwana cenaze wergirtin û anîn navçeya Lîceyê li Gundê Huseynîkê rastî astengiya leşkeran hatin. Girseya piştî astengiya leşkeran derbaz kirin vê carê li navçeyê rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid û leşkeran jî bi guleyên rast mudaxaleyî karwana cenazeyê gêrîla kirn. Girseyê ji bi keviran bersiva êrîşa polîsan da.
Piştî êrîşa polîsan girse carek din hate cem hev û bi qeymeqam û dozgerê hatin cihê bûyerê re hevdîtin kirin. BDP'î û girseyê ji qeymeqam û dozger re got ew cenaze teslîmî polîs û leşkeran nakin. Girseyê pişt re cenaze bi sloganên "Bijî serok Apo" û "Şehîd namirin" ji barîkata hatî avakirin re derbaz kirin û birin nexweşxaneyê. Di dema êrîşê de hinek welatî ji ber bombeyên gazê bandorbûn. Di navbera girseya cenaze teslîmî Nexweşxaneya Dewletê ya Lîceyê kir û polîsên destûr neda girse bikeve nexweşxaneyê pevçûn derket. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî gel kir û gel jî bi keviran bersiva polîsan da. Di dema bûyerê de ciwanan camên maşîneyên polîs û leşkeran şikandin û polîs jî guleyên rastîn bikaranîn. Di bûyeran de ciwanekî rengê kesk, sor û zer bi pişt panzêrê vekir û kevir avêt panêzêrê.
Girseya ku cenaze anî nexweşxaneya Dewletê bi meşê sloganê “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Ey şehîd çeka te li erdê namîne” qêriyan. Bi hezaran koma ku darbesta cenaze danîn ser milê xwe birin hewşa nexweşxaneyê. Li vir girse dîsa rastî êrîşa polîsan hatin. Gelek welatiyên ketin bin kontrola bombeyên gazê ji ser hişê xwe çûn. Pevçûna ku di navbera polîs û ciwanan de derket didome.