Li Ranyayê xaniyek ji dema Sumeran hat dîtin

Li navçeya Silêmaniye Ranyayê, xaniyekî mezin ku tê gotin di navbera salên 3100-4000 ên Beriya Zayînê de ji aliyê Sumeran ve hatiye çêkirin, hat dîtin.

Li navçeya Ranya ya Silêmaniyeyê, ku weke herêma Raperînê tê binavkirin, di dema kolandinên arkeolojîk de xaniyekî mezin ê ku tê îdîakirin ji aliyê Sumeran ve hatiye çêkirin û ji dema salên 3100-4000 a Berî Zayînê maye, gelek eşyayên nava malê û berhemên dîrokî, hatin dîtin.

Serokê Saziya Berhemên Dîrokî ya Raperîn Barzan Bayîz li ser mijarê daxuyaniyek da û anî ziman ku ekîbek pispor a ji Zanîngeha Kopenhagenê serî li wan daye û xwestiye, kolandina arkeolojîk li herêmê bike. Bayîz got, "Ekîbek ji Zanîngeha Kopenhagenê di sala 2012'an de hat Başûrê Kurdistanê û serî li Serokatiya Saziya Berhemên Dîrokî da, ku li herêmên Girê Bab û Kor ên li Deşta Bitwîne xebatên arkeolojîk bimeşînin. Me jî ji wan re ragihand, ku dikarin bikin."

Bayîz diyar kir ku bi qasî 3 sal in li herêmê kolandin tê kirin û anî ziman ku heta niha di encama vê kolandinê de, avahiyek dişibe xaniyekî mezin û hin berhemên dîrokî yên tên texmînkirin di hundirê vî xanî de hatine bikaranîn, hatni dîtin. Bayîz got, "Derket holê ku xaniyê hatiye hatiye tespîtkirin di navbera salên 3100 û 4000'î yên Beriya Zayînê de ji aliyê Sumeran ve hatiye çêkirin. Her wiha gelek berhemên dîrokî hatin dîtin ku tê texmînkirin ev berhem di nava vî xanî de hatine bikaranîn. Ev tespît dikare bandorê li hin daneyên li ser dîrokê bike."

Barzan Bayîz da xuyakirin ku li herêma Raperînê gelek cihên mîna vê hene û got, "Li herêmê 300 cihên mîna vê hene. Divê li wan deran jî kolandin bê kirin. Lê belê gelek ji van deverên dîrokî bi demê re li ser nexşeyê li ser Iraqê hatine qeydkirin."