Li Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya xebatên avakirina xweseriya demokratîk de, li navçeya Raco ya Efrînê mala gel bi şahiyekê hate vekirin.
Şahiya vekirinê li Meydana Rewda ji bo cangoriyên azadiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Rûken Ehmed axivî û bal kişand ser rola gelê kurd a di şoreşa Suriyeyê de.
Ehmed, diyar kir ku kurdan bi siyasetek rast serbixwe mane û bi avakirina xweseriya demokratîk rola xwe ya rast nîşan dane. Di dawiya axaftina xwe de Ehmed li ser keda kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rawestiya û wiha dom kir: “Malên gel encama ked û xwîna şehîdan e, gerek em heta dawiyê xwe berpirsyar bibînin û li ser şopa wan bimeşin.”
Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Selah Telkî jî axivî û behsa qonaxa ku gelê kurd gihiştiye, bi taybetî avakirina saziyan û xebatên birêxistinkirinê kir.
Piştî axaftinan girseya gel ji Meydana Rewda heta Mala Gel meşiya. Li vir jî “dayikên şehîdan” di bin diruşmeyên “Bijî Serok Apo” “Şehîd namirin” “Bijî berxwedana Îmrali” de, mala gel vekir.
Şahîd muzîka Koma Şehîd Ciwan û govendê bi dawî bû.