Li Qilabanê talanê daristanan

Hat gotin, dewleta Tirk li bejahiya gundê Elemûnê girêdayî navçeya Qilabanê, daristanan talan dike.

Li gorî agahiyên hatin wergirtin, li gundê Elemûnê yê navçeya Qilaban a Şirnexê talana daristanan bi hinceta ewlekariyê didome.

Gundiyan bi telefonên xwe birîna daran qeyd kirin û gotin, birîna daran ji aliyê mûtehît Selîm Babat ve tê kirin.

Dimenên hatine girtin nîşan dide ku dar ji kokê ve tê birîn û li traktoran tê barkirin.