Ji ber ku cejna Remezanê ya îsal li rastî yekemîn salvegera Komkujiya Kortekê hat, cejn bi xemgînî tê pîrozkirin. Li gundê Bolê yê Qendîlê, di cejnê de 7 kesên sivîl ên ku di tebaxa 2011 de di encama êrîşa balefirên şer ên artêşa Tirk de hatin kuştin, nehatin jibîrkirin.
Kurd weke her salên din, îsal jî nekarîn cejnê bi dilxweşî pêşwazî bikin. Bi hezaran Kurd berê xwe dan goristanan û zarok, heval, xizim û şehîdên xwe bi bîr tînin û jib wan dûayan dikin. Yek ji van cejnên xemgîn li gundê Bolê yê Qendîla Başûrê Kurdistanê pêk hat.
Di 21’ê tebaxa 2011 de, di encama êrîşa balefirên şer ên Tirk de devera Kortek a ser bi navçeya Ranyaya Başûrê Kurdistanê de bi giştî 7 sivîl jiyana xwe ji dest dabûn. Ji vana 4 zarok bûn. Gundiyên gundê Bolê yê Qendîlê vê komkujiyê ji bîr nekir. Gundiyan kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û nelet li komkujiyê barandin.
Di nimêja cejnê de melayê gund Mihemed Pîre bal kişand ser zextên li ser gelê Kurd û Komkujiya li Kortekê û bal kişand ku ol û bawerî cih nadin komkujiyên wiha. Pîre destnîşan kir ku divê weke li cîhanê li welatên misilmanan jî aramî û aşitî hebe û ji welatên misilman xwest ji bo rawestandina zextên li ser Kurdan hewl bidin.
Cejna li gund bi xemgînî dest pê kir. Sedema vê yekê jî navên zarokên biçûk ên bi navê Solîn ên demek piştî komkujiya Kortekê ji dayîk bûn. Tu dibêjî qey wan rojî girtine. Bi rojan beriya cejnê li bendê bûn.
Piştî dûa û nimêja cejnê, şêniyên gund li ber mizgeftê cejna hev du pîroz kirin. Piştre jî her kes çû mala xwe. Li gorî edetên wan, gundî bi hev re kom bi kom diçin cejna malbatên xemgîniya wan hene.
Jin jî piştî nimêja cejnê cejna ev pîroz kirin, çûn malan. Yên ku heta êvarê geriyan û şekir kom kirin zarok bûn.