Li gundê Qertelan yê ser bi navçeya Qelqeliyê ve agir bi dibistanekê xistin. Li ser dîwarê dibistanê “An perwerdeyekî adîl an jî qet na” hatin nivîsîn.
Li Wanê piştî duh Dibistana Seretayî ya Vangolu şewitandin şava din jî agir bi dibistana Seretayî ya gundê Qertelan ya girêdayî navçeya Qelqeliyê xistin. Dibistana ku agir berdanê zirarek mezin ya aborî lê rû da, li ser dîwarên dibistanê jî nivîsên “An perwerdeyek adîl an jî qet na” hatin nivîsîn. Dibistana ku şewitandin navber dane perwerdeyê.