Li Qaxizmanê şer
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê destnîşan kir ku 10'ê Îlonê, artêşa TC li derdora girên Şehîd Silav, Bêzeno, Noxelya, Guvenlîk ên mintiqeya Herkî ya li herêma Şemzînanê û li Dola Mehendê dest bi operasyonê kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê destnîşan kir ku 10'ê Îlonê, artêşa TC li derdora girên Şehîd Silav, Bêzeno, Noxelya, Guvenlîk ên mintiqeya Herkî ya li herêma Şemzînanê û li Dola Mehendê dest bi operasyonê kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî parve kirin; “10'ê Îlonê, artêşa TC li derdora girên Şehîd Silav, Bêzeno, Noxelya, Guvenlîk ên mintiqeya Herkî ya li herêma Şemzînanê û li Dola Mehendê dest bi operasyonê kir. Di vê operasyonê de balafirên şer bombe li herêmê barandin. Her wiha ji danê nîvro yê 12'ê Îlonê heta sibeha 13'ê Îlonê (îro) bi balafirên şer ên artêşa TC, obus û hawanan herêm hat bombekirin.
LI QAXIZMANÊ ŞER
10'ê Îlonê saet di 18:30 de, komek ji gerîlayên me ku li herêma Çemçê ya navçeya Qaxizman a Qersê bi erka xwe radibû, li zozanê Qula li leşkerên Tirk rast hat. Li vê derê ji bo demeke kurt şer derket. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên di vî şerî de, zelal nebû. Artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên bi tîpa Skorsky rakir.
LI GIRÊ RONAHÎ ÇALAKÎ
12'ê Îlonê saet di 14:00 de hêzên me bi hawanan li leşkerên li ser girê Ronahî yê li herêma Şemzînanê dan. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn, nehat zelalkirin."