Li Qamişloyê pevçûn: 1 mirî, 2 birîndar

Li Qamişloyê pevçûn: 1 mirî, 2 birîndar

Li navçeya Tilhemîs a bi ser Qamişlo di navbera hêzên rejîma Sûriyeyê û komeke çekdar de pevçûn rû da. Di encamê de çekdarek hate kuştin, çekdarek û du leşkerên Sûriyeyê jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên herêmî hêzên rejîma Sûriyeyê bi ser gundekî li nêzî navçeya Tilhemîs a girêdayî Qamişlo de girt. Di encama serdegirtina ku bi hinceta komeke çekdar li gund heye pêk hat de, di navbera koma çekdar û leşkeran de şerek rû da. Di encama şer de çekdarek hate kuştin û yek jî birîndar bû. Her weha 2 endamên hêza ewlekariyê ya Sûriyeyê jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku koma çekdar ji erebên bajarê Qamişlo ne.