Li qadên Gêrîlayan pîrozbahiya 27’ê Mijdarê

Li qadên Gêrîlayan pîrozbahiya 27’ê Mijdarê

Endamên Konseya Leşkerî ya HPG’ê Rizgar Ersî ku di pîrozbahiya 34’emîn salvegera damezrandina PKK’ê ya li Qadên Parastina Medya axivî, wiha got: “Me bi şerê şoreşgerî yên gel re ya Azadiya Rêber Apo ya Azadiya Rêber Apo hedef kir. Azadiya Rêber Apo, azadiya gelê me û ya me ye. Heta ku azadiya Rêber Apo pêk neyê dê têkoşîna bi hêza herî mezin bidome. Em pêngava xwe ya mezin ku ji bo azadiya her çar parçeyên Kurdistanê û avakirina Kurdistana Xweser ya Demkratîk hatiye dest pêkirin dê bidomînin.”

34’emîn salvegera damezrandina PKK’ê li qadên Parastina Medya bicoş hate pîrozkirin. Endamê Konseya Leşkerî a HPG’ê Rizgar Ersîn, endamê Meclisa YJA Starê Ruken Jîrkî, fermandarên gerîla û gelek gerîla tevlî bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û piştre bi axaftina fermandarê gerîla Rizgar Ersîn berdewam kir. Ersîn destnîşa nîşan kir ku tevgera Azadiya Kurd di nava 34 salan de fedekariyên mezin kirine û wiha pê de çû:

“Salvegera partiya me di serî li Rêber Apo, gelê Kurd, dost û hevalên me pîroz be. Gelê herî qedîm yên Mezpotamyayê gelê Kurd li gel hemû êrîşên faşîzan û pêkanînên qirkirinê li ser kudan ferz dike, hem ji bo xwe û hem jî ji bo hemû mirovahiyê ev 34 sale bi hemû fedakariyan têdikoşe û rûpelek nû vekir. Li ser gelê me polîtîkaya tunekirinê hat meşandin. Ne şeva gelê me şev û ne roja wan roj bû. Di nav tirsê de dijiyan. Zimanê nedihat qebûlkirin. Çanda wan bi giştî rastî qirkirinê hat. Lê 34 sale hem bi pêşengiya Rêber Apo, hem bi pêşengiya fedayiyên gelê Kurd û bi taybetî jî bi pêşengiya şehîdên PKK’ê ji bo gelê Kurd û hemû mirovahiyê hêvjiya azadiyê hat afirandin. PKK di nav van 34 salan de fedekariyek mezin nîşan da. Pêngavên mezin hatin avêtin. Pêkanînên dewlete faşîst ya mêtînger ku li ser gelê Kurd tê meşandin bi berxwedana li zindanên Amedê hatin dest pêkirin û bi berxwedaneke ku mirov matmayî dihişt, bi îradeyeke mezin vala hat derxistin. Ji ber wê jî PKK tevgereke fedayiye. PKK partiya şehîdane. PKK ji bo hemû mirovahiyê tevgereke hêviya azadiyê ye. PKK bû pêşengê gelên ku dixwazin li Rojhilata Navîn bi hev re bijîn. Di nava van nirxên ku PKK’ê afirandiye de hemû hêza xwe ji xeta xwe ya serbixwe girt.”

BI DEH HEZARAN KES TÊDIKOŞE

Ersî da zanîn ku, pêşengên PKK’ê ji bo xwe tu tiştek naxwazin û wiha got: “Di Dîrokê de her kes ji bo berjewendiyên xwe dixebite. PKK’ê bi pêşengiya Rêber Apo ev nêzîkatiyên berjewendiyê vala derxist. Pêşengên vê tevgerê ji bo xwe tiştek nexwestin. Her tim ji bo gel, ji bo azadiyê, ji bo yekitiyê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têkoşiyan. Îro jî çawa ku cara yekemîn PKK li dijî pergala kapîtalîst weke alternatîf derket îro bi hêzeke mezintir, li cîhanê hêza xwe ya alternatîf nîşan da. Pergal vala dexist. Îro li hemû Kurdistan û cîhanê PKK li ser zimanê hemû kesî ye.

Lê evqas hêsan ev çênebû. Heqî Karer, Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş û ew hevalên wê demê yên pêşeng berxwedaneke bê hempa nîşan da. Piştî van hevalan di xeta Bêrîtan, Zîlan, Sema û Viyanê de bi hezaran fedayî dimeşin. Ji ber wê dîsa em dibêjin ku em deyndarên şehîdên xwe ne. ger ku şehîdên me tevgera me azadiya me ne parastina , ne alternatîf belkî me xwe jî îfade nekirina. Dema têkoşîn destpê kir hevalên me din ava bê derfetiyeke mezin de berxwe didina û îro jî bi deh hezaran hevalên me ala wan girtiye û dimeşin.

HETA AZADIYA RÊBER APO TÊKOŞÎN

Ersî destnîşan kir ku, têkoşîna ku bi stratejiya şerê gel ya şoreşger dimeşînin heta ku azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd pêk neyê dê bidomînin û wiha got: “ Ji avabûna PKK’ê heta niha di nava 34 salan de 4 qonaxên statejîk me derbaz kir. ji ber wê PKK partiya her demê ye. kîjan demê çi bixwaze wê esas digire. Îro pêvajoya ku em tê de ne jî bi şerê şoreşger yê gel azadiya Rêber Apo hedef hatiye girtin. Azadiya rêber Apo, azadiya gelê me û ya me ye. heta azadiya Rêber Apo pêk neyê em dê têbikoşin. Em pêngava xwe ya mezin ku ji bo azadiya her çar parçeyên Kurdistanê û avakirina Kurdistana Xweser ya Demkratîk hatiye dest pêkirin dê bidomînin. em bi vê hêvî û baweriyê dê peywira xwe bînin cih. Em bawerin dê hemû hevalên me peywira xwe bînin cih. Ez ji bo hemû hevalên xwe serkeftinê dixwazim.”

Ersî axaftina xwe bi dirûşmeyên “bijî serok Apo” qedand û gerilayan jî bi coşek mezin govend gerandin.