Li qadên gerîla keşf
Pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk û Îranê li herêmên gerîlayan keşf pêk anîne.
Pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk û Îranê li herêmên gerîlayan keşf pêk anîne.
Pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk û Îranê li herêmên gerîlayan keşf pêk anîne. 20’ê Hezîranê jî leşkerên li Qereqola Garê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê di navbera gundên Gelîşîm û Meydanê de operasyon dan destpêkirin. Operasyon bê encam bi dawî bû.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk û Îranê 20’ê Hezîranê di navbera saer 04:00-16:30 û 21’ê Hezîranê di navbera 03.00-10:30’î de li ser herêma Xakurkê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya keşf pêk anîne.
HPG’ê diyar kir ku tevgera hewayî ya li herêmên gerîla didome û ev agahî parve kir: “Di navbera 20’ê Hezîranê saet 03:00 û 21’ê Hezîranê saet 12:00’an de li ser xeta herêma Avaşîn, dîsa rojên 20 – 21’e Hezîranê di navbera saet 19:00 - 02:00’an de li qada Çirav a Botanê, 21’ê Hezîranê di navbera 00:00 - 04:00’an de li Heftanîn, heman rojê saet di navbera 02:00 - 13:00’an de li qada Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê û saet di navbera 01:00 - 02:00’an de li qada Geliyê Ûranîs a girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê, 20’ê Hezîranê di navbera 09:00 - 11:00 û 21:00 - 00:00 de li herêma Zapê pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk bi armanca keşfê geriyane.”
HPG’ê , da xuyakirin ku 20’ê Hezîranê saet 13:00’an leşkerên girêdayî Qereqola Gare ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê di navbera gundên Gelîşîm û Meydanê de bi gelek wesayîtên zirxî operasyonek li dar xistine û operasyon heman rojê bê encam vekişiyaye.
HPG’ê ragihand ku ji 20’ê Hezîranê ve jî li gundê Dugerman, Mata û As ên girêdayî Çewlikê 4 kesên di nav xebatên kontra de li ser navê hêzên gerîla tevdigerin.